Di dawiyê daxuyaniyê de hat gotin, ger pirsgirêk neyên çareserkirin, weke karmend û katip wê çalakiyên xwe bidomînin û neçine ser kar.
Çalakiya yekem li Dihokê
Ev cara yekê ye ku mamoste li Dihokê doh li hemberî sîstema paşxistina mûçe û xemsariya hikûmeta Herêma Kurdistanê li hemberî daxwazên mamosta û karmendan, daketin qadan.
Mamostayên ku daxuyanî dan, diyar kirin ku Yekîtiya Mamostayan nûnerê hizbê ye, nûnertiya mamoste û daxwazên wan nake. Her wiha mamostan diyar kirin ku daxwazên wan li gel daxwazên mamostayên herêmên din yek in û ji bo bidestxistina mafên xwe, ew ê çalakiya xwe bidomînin. n
SILÊMANÎ / DIHOK