Parêzvanê Mafê Mirovan ê ji Rojhilatê Kurdistanê Îqbal Muradî li ber çemê Hecî Awa yê bajarokê Pênciwênê kuştî hate dîtin.

Weke ku tê zanîn kur û biraziyê wî li Îranê cezayê darvekirinê li wan hatiye birrîn.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê, Îqbal Muradî doh saet 09.00’an ji bo karekî  ji malê derdikeve. Piştî ku çend saetan agahî jê nayê girtin, malbat lê digere. Di saetên dereng de cenazeyê wî li ber çemê Hecî Awa yê Pêncwênê ku dikeve ser parêzgeha Silêmanî û her wiha nêzî sînorê Îranê ye, hate dîtin.

Hate diyarkirin ku şopa 3 guleyan li ser laşê wî heye û her wiha bi avê êşkence lê hatiye kirin.

Cenaze hat oxirkirin

Doh saet 10:30’ê cenazeye Murad piştî lêkolîna li morga nexweşxaneya Silêmanî, ber bi navçeya Pênciwên a girêdayî Silêmaniyê ve hate birêkirin.

Tabuta cenazeye Îqbal Muradî bi ala Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), wêneyê Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyê wî hate pêçan. Piştî lidarxistina merasîma cenaze û karûbarên olî yên li Mizgefta Dar Elselam li Pênciwên, cenazeye Muradî li goristana Pênciwên li rex yê Kemal Şêx Sade hate definkirin.

Emrekî bi berxwedanê borî

Di 1972’yan de ew ji aliyê pasdarên Îranê ve  tê binçavkirin û piştre li Girtîgeha Merîwan a girêdayî parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê 2 salan dîl tê girtin.

Ji ber gefên rejîma Îranê, Muradî neçar dimîne di 2005’an de berê xwe bide Başûrê Kurdistanê û li Pênciwên bi cih bibe.

Di 2010’an de bi fermî dest ji endambûna Komeleya Şoreşgeranî Zehmetkêşên Kurdistanê ya Îranê berda, weke welatparêz û aligirekî Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) xebat û têkoşîna xwe dewam kir. Îqbal Muradî endamê desteya rêveber a Komeleya Mafê Mirov a Kurdistanê bû û timî li dijî dagirkeriyên li ser Kurdistan û gelê Kurd têdikoşî.

Li rastî êrişê hatibû

Di 2008’an de ew rastî êrişê hat û bi 7 fîşekan birîndar bûbû.

Muradî bavê herdû girtiyên siyasî yên Kurd Zanyar û Luqman Muradî ye ku sala 2009’an ji aliyê Şaxa Merîwan a Wezareta Îtlaata Îranê ve hatine girtin û piştî demekê bê ku mafê parastin û girtina parêzer ji bo wan were dayîn, ji aliyê dadgeha rejîmê ya li Tahranê ve cezayê darvekirinê li wan hate birin.

Bûyerên wiha gelek in

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 2016’an de li navçeya Pênciwên dû welatparêzên Kurd, Kemal Şêx Sade (Kemal Pênciwênî) û Sidîq Salawayî, ji aliyê komeke çekdar ve hatin revandin û qetilkirin.

SILÊMANÎ