BERHEM LETÎF / ROJNEWS
Ji beriya bi 121 salan yekem rojnameya Kurdî ya bi navê Kurdistan derket. Rojnameya Kurdistan bû bingehek ji bo bi sedan rojname û kanalên ragihandinê li her çar parçeyên Kurdistanê. Lê li gorî Rojnamevan Mihemed Salih Berzencî, heta niha, Herêma Kurdistan nekariye bibe xwedî rojnameyeke fermî ku dûr be ji hizban û qala rewşa neteweya Kurd bi giştî bike.
Di 22’ê Nîsana 1898’an de Mîqdat Mithad Bedirxan li Qahîreyê hejmara yekê ya Rojnameya Kurdistanê derxist. Bi vê boneyê 22’ê Nîsanê weke Roja Rojnamevaniya Kurdî hatiye qebûlkirin. Îro 121’emîn salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî ye. Rojnamevanî li Başûrê Kurdistanê çawa heta îro hat, fermo em li qonaxên li beşên cihê binihêrin.
Derketina Rojnameya Kurdistanê
Rojnameya Kurdistanê di navbera salên 1898’an ta 1902’an de 31 hejmar li çend cihên cuda çap kirin.
Mithad Bedirxan difikirî ku rojnameya Kurdistanê 15 rojan carekê derxe, lê ji ber zehmetiyan, rojname birêkûpêk nehat derxistin. Piştî hêjmara yekê, dewleta Osmanî ev rojname qedexe kir û nehişt ji aliyê gel ve bê xwendin. Ji ber zext û zordariyê, Mithad Bedirxan jî neçar ma ku vê rojnameyê li cihên cuda derxe. Mithad Bedirxan heta hêjmara 5’an ev rojname derxist û piştre birayê wî Evdirehman Bedirxan karê rojnameyê girt ser milê xwe. Ji jimara 6 ta 19’an li Cenevreyê, ji jimara 20 ta 23’an dîsa li Qahîreyê rojname hat derxistin. Jimara 24´ê li Londonê, jimara 25’an du caran hate çapkirin, carekê li Londonê û cara duwem jî li Folkstona Brîtanyayê. Jimara 26´an ta 29´an li Folkstonê, jimara 30 ta 31´ê jî li Cenevreyê hatin çapkirin.
Rojnamevanî li Başûrê Kurdistanê
Hinek lêkoler qonaxên bipêşxistina rojnamevaniya Kurdî li Başûr, li pênc qonaxan dabeş dikin. Ew qonax jî ev in;
Qonaxa Yekem; Şoreşa Şêx Mehmûdê Hefîd heta sala 1945’an. Di vê qonaxê de rojnameyên; Bangî Kurd, Têgihiştina Rastî, Pêşkeftin, Bangî Kurdistan, Rojî Kurdistan, Bangî Heq, Umêdî Îstîqlal, Jiyanewe, Diyarî Kurdistan, Diyarî Lawan, Ronakî, Zanistî, Gelawêj, Ziban, Jîn, Zarî Kurmancî û Dengê Gêtî Taze hatin derxistin.
Qonaxa Duwem jî serdema damezrandina hizbên Kurdî ye. Di dema damezrandina hizbên Kurdî de ev yek hate hizirîn ku ji bo îdeolojî û propaganda hizban, pêwîstî bi rojnameyan heye. Ji bona wê di sala 1946’an de rojnameya Rizgarî wekî amûreke propaganda Hizba Yekitî Kurdistan bi karanî û piştî wê jî Hizba Demokrata Kurdistan derket.
Qonaxa Sêyem jî piştî 14’ê Tîrmeha 1958’an, sîstema rêveberî li Iraqê ji şahtiyê bû Komarî, ji bo rojnamevaniya Kurdî jî bû derfetek. Ji vê demê û pê ve, êdî rojnameyên hizban bi awayekî eşkere dihatin çapkirin. Piştre gelek rojname û kovarên nû derketin bazarê û hatin belavkirin. Ji van ên herî diyar rojnameyên Xebat û Azadî bûn.
Ev qonax bi giştî wekî qonaxa bipêşxistina rojnamgeriya Kurdî li Başûrê Kurdistanê tê nasandin. Ji ber ku di vê serdemê de ne tenê ew herdu rojnameyên hizbî hatin çapkirin, di heman demê de rojname û kovarên wekî; Newroz, Hîway Kurdistan, Dengê Qutabyan, Ray Gel, Edeb, Gizing û Beyan dihatin derxistin.
Qonaxa Çarem; lihevkirina 11’ê Adara 1970’yî û beriya wê. Bi taybetî piştî ji derba leşkerî ya Sibata1963’yan heta 1967’an ti rojname û kovara Kurdî li Iraqê nehat çapkirin.
Piştî lihevkirina 11’ê Adara 1970’yî rojnamevaniya Kurdî careke din bi ser xwe ve hat. Rojnameya hizbî ya bi navê Birayetî hate derxistin. Ev rojname girêdayî PDK´ê bû.
Qonaxa Pêncem; piştî Raperîna 1991’ê a Başûrê Kurdistanê ye. Bi guhertinên mezin di warê dîrokî, siyasî, civakî de li Başûrê Kurdistanê, piştî vê serhildanê peywendiya Başûrê Kurdistanê bi cihanê re çêbû ku ew jî bi rêya kanalên ragihandinê bû.
Qonaxa taybet MED TV
Piştî ku MED TV di 15’ê Îlona 1995’an de li Londonê weke yekem televizyona Kurdî dest bi weşanê kir, rê li pêşiya rojnamevan û nivîskarên Kurd vekir. Piştre li Herêma Kurdistan li zanîngeh û peymangehan beşê ragihandin û bipêşketina tekonolojiyê jî wisan kir ku rojnamevanî bi awayekî bi lez bi pêş bikeve. Rewş wisa bû ku niha li Başûrê Kurdistanê bi dehan kanalên televîzyonê û bi sedan radyo û rojnameyên kaxez û elektronîk hene. Ji bilî wê, beşek zêde a civakê medya civakî bi kar tîne.
Rojnameyeke fermî nîne
Rojnamevan û nivîskar Mihemed Salih Berzencî têkildarî rewşa rojnamevaniya Kurdî got; “Di serdemên cuda yên şoreşên Kurdan de tenê rojnameyên xwendinê hebûn. Ji bona wê, rojnameyan hertim karê agahdarkirinê ji bo xelkê dikir. Bi belavkirina helbest, nûçe, û mijarên cuda roleke mezin di şoreşên Kurdan de lîstiye.
Niha hikûmeta Herêma Kurdistanê rojnameyek fermî nîne, ev yek pirsgirêkeke mezin e. Ez dikarim bibêjim, hemû rojnameyên heyî yên hizban in. Ev yek jî wisan dike ku bi awayekî azad kar nekin. Ji ber ku çi bê gotin, divê di berjewendiyên hizbê de bê gotin.”