
Tundî zêde dibe
Li ser sedema şiddeta li dijî jinan, Ciwane Kurdistanî wiha got: “Ji sala 1991’an ve li Başûrê Kurdistanê rewş di warê coxrafî û sîstema rêveberiyê de ber bi başbûnê ve çûye. Bê guman jinan jî cihê xwe di şoreşa Başûr de girtine û hevkariya mêran kirine. Lê dîsa jî şiddeta li dijî jinê kêm nebûye û berevajî zêde bûye. Ligel pêşveçûnên sîstemê, şiddet jî zêdetir dibe. Rêvebera Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê bilêv kir ku di 24 saetan de jinek li Başûr li ser namûsê tê kuştin û wiha pêdeçû: “Li gor statîstîkên ne fermî li Başûr, di nava şev û rojekê de jinek bi navê namûsê tê kuştin. Ev rewşekî pir dijwar e, herwiha gelek kes tên kuştin û agehdariya ti kesê jê çênabe. Ji bilî şiddeta gewdeyî ya bi navê namûsê, gelek şiddetên derûnî, seksî, siyasî û çandî jî tên kirin. Li başûrê Kurdistanê şiddeta derûnî di pileya yekemîn de ye. Ji bilî şiddeta di mal de li hember jinê tê kirin û nagihe derve û rêxistinên jinan.”
‘Jin çina duyemîn tên dîtin’
Kurdistanî da zanîn ku sîstema li Başûr heyî li ser bingehê zilam hatiye danîn û got: “Sîstema ku li başûrê Kurdistanê heye, di mentiqekî baviksalarî û regezperestî de derbas dibe. Vê sîstemê wisa kiriye di pileya duyemîn de temaşeyî jinê were kirin. Dengê jinê yê nerazîbûnê were bêdengkirin. Wisa lê hatiye jin bi sîstemê bê bêdengkirin, bi awayekî jinek kole, nifş û civakekî kole.”
Pirsgirêk çareser nabin
Li ser pirsa ‘Jin li Başûr dikare ta çi astê bi navê xwe baxive?’, Kurdistanî wiha bersiv da: “Li vir gelek rêxistin û komele hene ku behsa mafê jinan dikin û ji bo jinan kar dikin. Lê dîsa jî dûrbûna van rêxistinên civaka sivîl, zererek mezin gihandine jinan. Piraniya rêxistinan serbixwebûna xwe ya li hemberî şiddeta li dijî jinê tê kirin neparastine. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan, her rêxistinekê bagirawendekî hizbî heye. Ez nikarim bêjim hemûyan, lê piraniya wan ji bo hizban kar dikin.
´Divê jin rexne li xwe bigrin´
Kurdistanê rexne li parlamenterên jin ên Parlamentoya Kurdistanê girt û wiha got: “Me wezîrek û gelek parlamenterên jin hene, bagirawenda hizbî li pişt wan heye. Rêzdariyên min ji bo wan hene, bi mantiqekî jinî kar nakin û li gor mantiqê zilam tevdigerin. Madem ev qas parlamenterên jin hene, diviyabû herî zêde kar ji bo jinê hatiba kirin. Di warê hêjmarê de jî ji nîvê zêdetir jin hene, ger zêdetirî nîva civakê bên çewisandin û bi mejiyê zilam kar bê kirin, jin bi eqlê zilam tevbigere; divê jin bi xwe rexnedayîna xwe bide.”
NÎHAT KAYA/HEWLÊR-DÎHA