
Ciwanên Kurd li seranserî cîhanê ji bo Rêberê xwe dimeşin. Li Başûrê Kurdistanê ciwanan ji Silêmanî heta Hewlerê û li Rojavayê Kurdistanê jî ji Girkê Legê heta Dêrikê wê bimeşin.
Duh bi dehan ciwanên Rêxistina Jiyana Ciwanan, Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê, Jiyana Ciwanên Têkoşer û Yekitiya Ciwanên Rojava ku komaleyên Başûre Kurdistanê ne, li ber parka Nalî ya Silêmanî kombûn û daxuyaniyek çapemeniyê ku ji 7 xalan pêkhatî hat xwendin. Piştî daxuyaniyê ciwanan dest bi meşa 5 rojan ya ber bi Hewlêrê ve kirin. Ciwan bi dirûşma ‘Em bi tolhildana şoreşgerî dagirkeriyê parçe dikin, Rêbertiyê azad dikin’ ji Silêmaniyê heya Hewlêrê bimeşin.
Her ku diçe hêjmara çalakvanan zêde dibe
Endamê komîteya amadekar Erdal Engîn derbarê armanc û bernameya meşê de axivî û got “Meş bi tevlîbûna ciwanên welatparêz, jinên ciwan û ciwanên ji Rojavayê Kurdistanê hate lidarxistin.” Engîn ew dewletên di dîlgirtina Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan de rol lîstine şermezar kir û got: “Bêdengî û bêhelwestiya CPT (Rêxistina Pêşî lêgirtina Êşkencê) a li hember girtina Rêbertiyê cihê gûmanê ye. Daxwaza me ji CPT û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrupayê ewe ku di mijara dîlgirtina Rêber Apo de helwesta xwe eşkere bikin û bikevin tevgerê.”
Her wiha Engîn diyar kir ku bi coş û germahiya ciwanan her ku diçe hêjmara çalakvanan zêde dibe û wiha peyivî; “Bêgûman wê ev çalakiya me hîn qelebalixtir jî bibe. Emê roja 15 Sibatê li Hewlêrê bin û wê ciwanên wir jî beşdarî xwepêşandana dawî bibin.”
Hêjayî gotinê ye ku ev cara yekêye ku meşeke wisa dirêj li Başûrê Kurdistanê ji bo Ocalan tê lidarxistin.
Li Rojava jî dimeşin
Yekîtiya Ciwanên Rojava a Kantona Cizîrê bi heman armancê bi beşdarbûna bi sedan Endamên Yekîtiya Ciwanan ji herêmên cuda yên Kantona Cizîrê meşeke organîze kir.
Meşa dirêj bi çerxereya Şehîd Xebat a bajarê Girkê Legê dest pê kir. Meşvanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ala YCR, TEV-DEM‘ê û partiyên siyasî hilda bûn, her wiha pankartên”Bi rihê tolhildana şoreşgerî em ê dagirkeriya Tirkiyê têk bibin û Rêber APO azad bikin” vekiribûn. Ciwan ji Girkê Legê heta ber bi bajarê Dêrikê ve wê bimeşin.

NAVENDA NÛÇEYAN