Baran û şiliya zêde li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê tesîra xwe dewam dike. Li Kelarê doh lehî rabû zerar û ziyaneke mezin da welatiyan. Bi heman rengî li Kerkûrkê jî avê da ser gelek mal û dikanan. Li Rojhilatê Kurdistanê jî lehî li bajarên Poldoxter û Memulan rabû.

Li navçeya Kelar a ku navenda Germiyanê ye, lêhî rabû û wesayîtek di dema ku xwest derbazî aliyê din ê rê bibe, kete ber lehiyê.

Li bajarokê Rizgarî yê ser bi navçeya Kelar ji ber şiliya zêde, lêhî rabû. Di dema lêhiyê de dema wesayîtekê xwest derbazî aliyê din ê rê bibe li ber lêhiyê çû. Nehat zanîn kesên di wesayîtê de rizgar bûne yan na.

Li bajarê Kerkûkê jî ji ber barana zêde lehî rabû û bû sedema ziyana mezin li gelek mal û dikanan. Bi qasî hat zanîn lehiyê ziyan gihand herî kêm 10 mal û gelek dikanên li taxa Penca Elî ya Kerkûkê.

2 bajar dibin avê de man

Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê barîna baranê dewam dike. Bi rojane ji ber barana zêde lehî rabûye û gelek kesan jî jiyana xwe ji dest daye. Ji ber lehiyê du bajarên parêzgeha Loristanê yên li Rojhilatê Kurdistanê jî niha bi temamî di bin avê de man.

Bajarên Poldoxter û Memulan bi temamî ketin bin avê de. Dema nûçeya me dihat amadekirin, gelek kesên li bajêr asê mayî, li benda rizgar kirinê bûn. Welatî ji ber lehiyê çûn ser xaniyên xwe. Bi sedan welatî jî ji ber lehiyê berê xwe dan serê çiyan.

Qeymeqamê bajarê Poldoxterê, Nimetula Destyarî pêr got; “Heta niha zêdetirî 4 hezar xanî dibin avê de mane û li ser 15 gundan jî tehlûkeya lehiyê heye.”

 

 NAVENDANÛÇEYAN