
Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb diyar kir ku Tirkiye dixwaze xeyalên xwe yên Misaqî Millî pêk bîne û Mûsilê dagir bike. Xerîb bang li hemû hêzên Kurdistanî û Iraqê kir da ku li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê xwedî helwest bin.
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb li ser hatina artêşa Tirk li nav axa Herêma Kurdistanê ji RojNewsê re axivî û dazanîn ku hatina artêşa Tirk ne ji bo DAIŞ’ê ji bo pêkanîna xeyalên xwe ye ango ji bo Misaqî Millî ye. Xerîb wiha peyivî: “Sala 1923’an bi peymana Lozanê re Mustefa Kemal neçar ma dest ji Kerkûk û Mûsilê berde. Ji wê rojê ve dewleta Tirk li benda derfetekê ye ku careke din Mûsilê bidest bixe.”
Kerkûk û Xurmatû jî di xeterê de ne
Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê bal kişand ser aloziya heyî li herêmê, bi taybet li Iraq û Sûriyeyê û wiha dewam kir: “Dewleta dagirker a Tirk dixwaze vê rewşê weke derfetekê ji bo xwe bikar bîne û xewnên xwe pêk bîne. Ji bo wê jî ev nêzî du salan e, destekê dide DAIŞ’ê ji bo ku DAIŞ li ser Herêma Rojhilata Navîn û Cîhanê bibe xeter. Armanca bingehîn a deweleta Tirk dagirkirina Mûsilê ye û paşê dixwaze berê xwe bide Kerkûk, Xurmatû û herêmên din.”
‘PDK´ê û dewelata Tirk lihev kirin’
Diyar Xerîb got, lihevkirinek di navbera PDK û deweleta Tirk de heye û wiha dewam kir: “Di bin navê parastina Tirkmen û Suniyan de di navbera PDK û dewelata Tirk de lihevkirin heye. Dixwaze bikeve nav van herêman û jê dernekeve. Çawa ku di salên 1995 û 1997’an de ji bo destekkirina PDK’ê ketin herêma Behdînan. Ev 20 sal in hê jî ev hêz li wir in û xwe bicih kirine. Bi vî awayî dixwaze êrîşî desketiyên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê bike û li wir jî xwe bicih bike.”
‘Bila hêzên Kurdistanî û Iraqê hişyar bin’
Diyar Xerîb di dewama axaftinên xwe de bang li hemû hêzên Kurdistanî û Iraqê kir ku li hemberî dagirkirina dewleta Tirk hişyar bin û wiha pêde çû: “Armanca Erdogan û AKP´ê ne parastina Turkmen, Kurd û Suniyan e. Ne jî demokratîkkirina Iraq û Sûriyeyê ye. Xewn û xeyalên wan dagirkirina Başûr, Rojavayê Kurdistanê ye û meşandina serweriya xwe li ser Iraq û Sûriyeyê ye. Bi vî awayî xeyalên Sultantiya Osmaniya nû dixwazin pêk bînin. Ji bo wê jî pêwîst e ku hemû hêzên Kurdistanî û Iraqê li hember vê yekê hişyar bin û pêşî li mudaxele û dagirkeriya Tirkiyeyê bigirin. Ger pêşî lê neyê girtin, di serî de Başûrê Kurdistanê û tevahiya Rojhilata Navîn dikevin tehlûkeyê.”
‘Helwêsta hikûmeta Iraqê erênî ye’
Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê herwiha bang li hemû hêzên Başûrê Kurdistanê jî kir ku li hember dagirkirina dewleta Tirk xwedî helwêst bin û got: “Divê hemû aliyên siyasî li Başûrê Kurdistanê li hember vê dagirkeriyê xwedî helwêst bin. Helwesta hikûmeta Iraqê ku ji bo Tirkiyeyê 48 saet mohlet daye, erênî ye, divê li ser vê helwesta xwe Iraq israr bike. Herwiha pêwîst e ku hikûmeta Herêma Kurdistanê jî destekê bide vê helwestê.”
MERWAN AMED/ROJNEWS/QENDÎL
‘Hêzên xwe zû vekişîne!’
Polîtburoya Partiya Ayîndeya Kurdistanê, Parlamenterê YNK´ê Salar Mehmûd û Parlamenterê Tevgera Goran Dr. Şêrko Heme Emîn, dagirkeriya leşkerên Tirkiyê li Mûsilê bi tûndî şermezar kir û xwestin ku Tirkiye demildest hêzên xwe ji Mûsilê vekişîne.
Polîtburoya Partiya Ayîndeya Kurdistanê bi daxuyaniyekê hatina hêzên artêşa Tirk û derbaskirina sînorê Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kir û xwest ku Tirkiye demildest hêzên xwe vekişîne.
Di daxuyaniya Partiya Ayînde de hatina hêzên Tirk bo axa Herêma Kurdistanê wek binpêkirina serweriya Herêma Kurdistan û Iraqê tê binav kirin û wiha tê gotin: “Di demekê de ku herêma Rojhilata Navîn bi şerê li Sûriyê re ber bi kirîzeke tirsnak ve diçe, ne ji berjewendiyên Kurdan e ku bibe aliyekî van nakokî û aloziyan. Tirkiye, Siûdî û Sunî di bloka li dijî Kurdan û destketiyên wan de cih digirin. Ji bo wê jî hatina hêzên Tirkiyeyê bi qasî li dijî Kurdan û bi taybet Kurdên Bakur û Rojava ye ewqasî li dijî DAIŞ’ê nîne.”
Partiya Ayînde di daxuyaniya xwe de dide zanîn ku ew hatina van hêzan û derbaskirina sînorê Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar dikin û got: “Em daxwaz dikin ku Tirkiye demildest hêzên xwe vekişîne. Hatina her hêzeke biyanî divê bi destûra parlamentoyê be ne bi destûra tu kes û aliyekî din.”
‘Pirsgirêka her çar parçeyan yek e’
Parlamenterê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Salar Mehmûd derbarê dagirkirina Mûsilê bi destê leşkerê Tirk de got, armaca hatina leşkerên Tirk jihevqûtkirina axa Başûr û Rojavayê Kurdistanê ye.
Salar Mehmûd têkildarî mijarê ji RojNewsê re axivî û diyar kir ku hatina leşkerên Tirkiyeyê, zindîkirina xewnên dîrokî yên siltanên Osmaniyan e û bi pêkanîna wan, dixwazin desthidariya xwe li ser axa neteweyên din ferz bikin.
Salar Mehmûd got, pêwîst e, hêzên Kurdistanî li gorî hestyariyên her çar parçeyên Kurdistanê tev bigerin û wiha pêde çû: “Tirkiyeyê di mijara Rojavayê Kurdistanê de rolekî dijminane lîst. Rast e, di warê aborî de ligel Başûrê Kurdistanê peywendî hebûn, em pirsgirêka gelê Kurd li her çar parçeyan yek pirsgirêk dibînin. Ango li Bakurê Kurdistanê pêşketina doza gelê Kurd dibe pêşketina doza gelê Başûrê Kurdistanê, li Bakur dijmintiya gelê Kurd, dijmintiya gelê Başûrê Kurdistanê ye jî. Di vî warî de Tirkiye siyaseteke nedostane bi rê ve dibe."
‘Ji bo şerê navxweyî amade ne’
Parlamenterê Tevgera Goran Dr. Şêrko Heme Emîn jî got, divê hatina hêzekê ji bo ser axa Herêma Kurdistanê bi destûra parlamentoyê be û bang li gelê Herêma Kurdistanê kir da ku li hemberî vê rewşê bêdeng nemîne.
Dr. Şêrko Heme Emîn ji RojNewsê re axivî û got: “Astengkirina karê parlamentoyê jî nîşan dide ku ev hatina leşkerên Tirk biryareke ne yasayî ye, biryareke hizbî ye.”
Dr. Şêrko Heme Emîn ragihand ku li Herêma Kurdistanê du partiyên desthilatdar hene û van partiyan ne li gorî çarçoveya pêywendiyên gel in, ew di çarçoveya hizbî de ne û wiha pêda çû: "Belê weke tê dîtin, parlamento hatiye astengkirin. Sedem jî ji bo li hemberî van rewşan bêdeng û bê agahdar bibe. Ji bo wê jî ez niha weke erka rêxistinên sivîl, gelê Herêma Kurdistanê û parlamenteran dibînim ku li hemberî vê rewşê bêdeng nemînin.”
Parlamenterê Tevgera Goran Dr. Şêrko Heme Emîn hatina leşkerên Tirk a Herêma Kurdistanê wekî bi armanca destwerdana li karên navxweyî yên Herêma Kurdistanê nirxand û got: “Armanca sereke ne tenê Mûsil e. Ji ber ku partiyên Herêma Kurdistanê yên xwedî hêza çekdarî, her dem amade ne ku şerê navxweyî dubare bikin. Di navbera wan de baweriyeke zêde jî nîne. Mixabin heya niha jî hêzên li Herêma Kurdistanê hêzên hizbî ne.”
NAVENDA NÛÇEYAN
Barzanî dîsa diçe Enqerê
Piştî ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji Tirkiyeyê xwest ku di nava 48 saetan de leşkerên xwe yên li Iraqê paşve bikişîne Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî berê xwe dide Tirkiyeyê.
Piştî ku leşkerên Tirkiyeyê li herêma Başîqa a Mûsilê û qezaya Soran a Hewlêrê hatin bicihkirin, hat diyar kirin ku Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî wê di 9'ê Kanûnê de serdana Tirkiyeyê bike.
Tê diyar kirin ku Serokkomar û Serokwezîrê Tirkiyeyê Mesûd Barzanî vexwedine Tirkiyeyê û heya niha mijara serdana wî nehatiye zanîn.
Barzanî berî çend rojan serdana Îmaratên Ereb ên Yekbûyî û Erebistana Siûdî kiribû û li gel rayedarên wan welata hevdîtin pêk anîbûn.
Ev serdana Barzanî ya li Tirkiyeyê rastî hatina leşkerên Tirk yên li nav axa Herêma Kurdistanê tê. Gelek çavkanî didin zanîn ku di encama lihevkirina Barzanî û Tirkiyeyê de leşkerên Tirk hatine Herêma Kurdistanê.
‘Be destûr hatine’
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji Tirkiyeyê xwest ku di nava 48 saetan de leşkerên xwe yên li Iraqê paşve bikişîne.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî derbarê leşkerên Tirk de ku bi îdîaya perwerdekirina pêşmergeyan li nêzî Mûsilê hatine bicîhkirin, diyar kir ku ev leşker bê destûr û agahiya hikûmeta Iraqê hatine şandin. Heyder Ebadî got; “Bicîhkirina leşkeran binpêkirina yekbûna xaka netewî ye. Heke di nava vê demê de dernekeve, em ê serî li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û hemû rêyên din bidin.”
NAVENDA NÛÇEYAN