
Komek ciwanên dildar yên bajaroka Bawenur a ser bi navçeya Kelar a girêdayî herêma Germiyanê pêr saet 21:00’an şevbêrkeke Kurdewarî pêk anîn. Di şevbêrkê de çend lîstokên Kurdewarî yên kevnar hatin pêşkêş kirin. Her wiha di şevbêrkê de staran hatin gotin û govend hate gerandin.
Yek ji amadekarên çalakiyê Mewlûd Mehmûd di derdarê şevbêrkê de axivî û got: “Ji ber ku dawî li meha remezane tê û em nêzîkî cejnê dibin me ev şerbêrk pêk anî. Di şervbêreke gelek lîstokên Kurdewarî hatin lîtstin. xelkê bajarok jî baş pêşwaziya çalakiyame kir. Armanca me ji vê çalakiyê ew bû ku beşdarvanan keyfxweş bikin. Ev lîstokane niha di nava gel de heta astekê kêm bûne. Berê ev lîstokane di malana de pêk dihatin.” Welatiyê bi navê Sertîb Hebîb jî got: “Ev çand ji bav û bapîrên me ji bo me maye. Em jî dixwazin bi vî awayî nifşê nû fêr bikin. Ez hêvîdarim ku giringiyê bidin çalakiya me û zindî bihêlin.”
ROJNEWS/KELAR