Doh piştî cengeke mezin, 500 çeteyên DAIŞ’ê xwe radestî QSD’ê kir. Şervanên QSD’ê malên li gund hemû ji destê çeteyên DAIŞ‘ê derxistin, çete li herêmeke biçûk a ku weke kampekê bi kar tînin, asê mane.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li gundê Baxozê yê navçeya Hecînê li dijî çeteyên DAIŞ‘ê yên teslîmbûnê qebûl nakin, dest bi operasyonê kir. Di operasyonê de şerekî giran diqewime. Piştî ku şervanên QSD’ê malên li gund hemû ji destê çeteyên DAIŞ‘ê derxistin, çete li herêmeke piçûk a ku ew weke kampekê bi kar tînin, asê mane.

500 DAIŞ’î teslîm bûn

Doh piştî cengeke mezin, 500 çeteyên DAIŞ’ê xwe radestî QSD’ê kir. Çeteyên ku xwe teslîm kirine, pirraniya wan, ji welatên rojavayî û biyanî ne ku ji welatên mîna Rûsya, dewletên Asyayê, Bakurê Efrîkayê û hin dewletên Ereb ên mîna Erebistana Siûdî û Misrê ne. Çeteyên ku xwe radest kirin, piştî agahiyên der barê wan de hatin girtin, ew veguhestin biryargehên QSD’ê.

Şerên dijwar rû didin

Ji fermandarên QSD`ê Ednan Efrîn der barê qewimînên dawî yên dema pêngava rizgarkirina Baxozê de peyivî. Ednan Efrîn diyar kir ku operasyona dawî li dijî çeteyên DAIŞ`ê bi xurtî dewam dike û di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de şerên dijwar rûdidin.

Yên xwe teslîm dikin biyanî ne

Ednan Efrîn diyar kir ku hejmareke mezin a çeteyên DAIŞ`ê ji aliyê şervanên QSD`ê ve hatin kuştin û ev agahî dan; “Derdora çeteyên DAIŞ`ê zêdetir tê tengkirin hejmareke mezin ji çeteyan jin in. Ji destpêka qonaxa duyemîn a pêngavê ve bi sedan çeteyan xwe radestî QSD`ê kiriye, heta roja îro jî radestkirin didome û hemû jî biyanî ne.

Hêzên me bi israr in

Efrînî li ser hewldan û kiryarên çeteyan jî got; “Çeteyên DAIŞ`ê mayin bi awayekî zêde di wê firehiya piçûk de çandine, da ku li pêşiya bipêşveçûna şervanan bibin asteng. Hêzên taybet ên QSD`ê derbasî herêmê bûne û dest bi rakirina mayinan û erebeyên bombebarkirî kirine. Pêngav bi hemû hêza xwe didome. Hêzên me bi israr in ku baregeha dawî ya çeteyên DAIŞ`ê bi zirarên pirr kêm, rizgar bikin.”

 

DÊRA ZOR