Çalakgerên Kurdistanî û înternasyonalîst bi hev re li bazara noelê ya bajarê Elmanyayê Bielefeldê dezgehek danîn û pê banga piştgiriya bi Rojava re hat kirin û xelk jî li ser rewşa li Rojava hat agahdarkirin.
Ji bo dezgehê koneke hat vedan, wêneyên ji Rojava lê hatin daliqandin, li ser dezgehê ji bilî materyalên agahdarkirinê, kulîçeyên cejna noelê hatin danîn û ji bo kesê dixwazin alîkariya madî bikin jî qutiya alîariyê ya Heyva Sor a Kurdistanê hat danîn. Çalakgeran peyama, “Ev şer tesîrê li me hemûyan dike. Ji ber vê ka me bi hev re - îro û li vir - Rojava biparêzin” da.
BIELEFELD