Li navçeya Mereşê, Bazarcixê, li gundê Kelon, di kolaneke arkeolojîk de şopên ji Xirabreşkê hatin dîtin. Ev kolana arkeolojîk li girekî hatiye kirin ku dewleta Tirk navê Domuztepe lê kiriye.

Di kolanên arkeolojîk de bi rengê T yê, peykerekî piçûk ê ji keviran ê 5 santîmetreyan dirêj hat dîtin ku weke gerdenî hatiye bikaranîn. Ev gerdeniya hanê weke amulet, ango ji bo parastina mirov yan jî xurtkirina wî (bi rengê niviştê) hatiye sêwirandin. Bi teşeyê xwe yê weke T Xirabreşêkê bi bîra mirovan dixe. Li Xirabreşka ku weke destpêka dîrokê jî tê binavkirin, firgurên heywanên kovî yên li ser kevirên bi rengê T´yê hatibûn dîtin ku îşaret bi rabihuriyeke 12 hezar salî dikin.

Derbarê vê kolana arkeolojîk a li gundê Kelon de, ji zanîngeha Hacettepe, arkeolog Doç. Dr. Halil Tekin got, di kolanên îsal de herî zêde jî gerdeniyên efsûnî (amulet) bal kişandiye ser xwe.

Şopên Xirabreşkê

Yek ji van gerdeniyên efsûnî jî ji kevrê marî (serpantîn) hatiye çêkirin, bi rengê T´yê ye û ev teşeyê T´yê jî ji Xirabreşkê gelekî baş tê nasîn. Tekîn li ser mijarê got, "Di navbera Xirabreşk û Domuztepeyê de weke zeman, ferqeke qederê hezar û 500 salan heye. Lê belê, li Domuztepeyê derketina holê ya van gerdeniyên efsûnî yên bi figurên mirovan hatine stîlîzekirin, dibin palpişt ji teoriyên me yên beriya niha re. Ev teoriya me dibêje di navbera civakên xwecih ên li Xerabreşk, civakên hemwext ên li hawîrdorê û civakên piştî wan bi hezar û 500 ta 2 hezar salan de yekbûneke çandî, dewamîbûnek heye.”

Bîr dewam dike

Li gorî Tekîn, êdî hêdî hêdî zelal dibe, ka dema mirovên Xirabreşkê û deverên weke wê kevin, dev ji van deveran berdan, berê xwe dan ku: "Neçûn cihekî dûr, dîsa li ser van erdan man. bi tenê xwe adapteyî şert û mercên nû kirin. Lê belê em fêm dikin ku bîra xwe ya derbarê unsûrên girîng ên rabihuriyê de  jî ji bîr nekirine.”  MEREŞ