Hunerê li galeriyan û muzeyan li mekanên sterîl asêkirî ne bi dilê her kesî ne. Ji ber wê ji rika van mekanên sterîl û yekdestdariya galeriyan li ser huner, çend mezûn û xwendekarên beşên Hunerên Bedew li bazarên dezgehdarên seyar berhemên xwe nîşan didin.
ZEMO AGGOZ / MA/ENQERE
Komek mezûn û xwendekarên fakulteya hunerên bedew, wêneyên xêz kirine, berhemên şêwekariya xwe li bazarên dezgehdarên seyar, digihînin kesên hez ji hunerê şêwakariyê dikin. Xwendekar, diyar dikin ku galeriyên huner ketine destê derdorekê û wan ev derdor weke yekdestdar bi nav kirin.
Li Enqereyê komek ciwan, hewl didin huner ji galeriyayan derxin û li kuçeyan belav bikin. Hinek mezûn û xwendekarên fakulteya hunerên bedew, wêneyên ku xêz kirine li bazarên dezgehdarên seyar digihînin xelkê û kesên hez ji hunerê wan dikin. Xwendekar li Bazara Abdî Îpekçî ya li Sihhiyeyê dezgehên xwe datînin û wêne û xêzên xwe weke “kesên çavên wan li erdê” bi nav dikin.
Segeh Beste Onen ku ji Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Hacettepeyê kuta kiriye, ji bo vê dibêje: “Me xwest em meydanine alterntîf çêkin da ku her kes karibe xwe bigihîniyê.”
Li bazaran kelecan heye
Segeh Beste Onen, balê dibe ser bazaran û hatina wan a wir û dibêje, “Li bazaran kelecanek, meraqek heye. Gava em bi paş ve biçin, em dibînin usûla pevguherandinê hebû. Gava te stranek bigota yan jî xeberoşkek bigota, ji dêvla wê te karibû tiştek hilgirta. Helbet niha ji ber ku pere heye, ev fikr kêm bûye. Lê dîsa jî li van bazaran kelecan û macera heye. Meydaneke pirr rengîn e. Em bi kêfxweşî pêşî mirovan dikin.”
Galerî di yekdestdariyê de ne
Segeh Beste Onen diyar dike ku galeriyên huner di destê hin kesan de ne dibêje: “Fikra em xwe li galeriyana nîşan bidin, bi min ne fikreke samîmî ye. Li li vir ji dahateke madî wêdetir, çêjeke ruhî heye.” Ew kesên galeriyan kontrol dikin, weke yekdestdar bi nav dike.
Tesadufî rasta pêşangehê tên
Xwendekarekî din ê Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Hacettepeyê Berkay Kahvecîoglû jî diyar dike ku ji şêwe û dirbên pêşandane wêdetir, “mekanên leqayîhevhatinê” bala wî dikişînin û dibêje, “Kesên hema ji xwe re wisa di vir re derbas dibin, nizanin wê leqayî çi bên. Pêşangeheke dirb û şêweyan heye, lê haya wî jê tineye. Gava wisa li erdê mêze dikin û diçin, ev dirb û form li ber çavên wan dikevin. Çawa li bazarê zebze û fêkiyan dineqînin, ha wisa jî ji xwe re dirb û forman dineqînin û tiştekî xîtabî ruhê wan bike, dikirin û dibin. Ev der pêşangeha kesên li erdê mêze dikin, bi xwe ye.”
Beray Kahvecîoglû jî ji bo galeriyayên hunerê dibêje li wan deran îmajeke “sterîl” heye û ji bo vê îmajê bişikînin pêdivî bi meydan û mekanên alternatîf heye.