Li Bazîdê bi roketan li wesayîta Midûriyeta Gumrukê ya Gurbûlakê hate xistin. Li gorî agahiyan di çalakiyê de kesek hat kuştin û hin kes jî birîndar bûn.
Di çalakiya doh de li nêzî parka TIRA’an a 3 kîlometreyan dûrî deriyê sînor ê Gurbulaka Agiriyê ye, bi roketan li wesayîteke Midûriyeta Gumrukê hatiye xistin. Hate ragihandin ku di çalakiyê de kesek hatiye kuştin û hinek kes jî birîndar bûne. Li gorî agahiyan rokêt li pêşiya erebeyê ketiye û erebe ji rê derketiye. Ambûlans, agirkuj, xebatkarên rizgarkirinê û jendirme çûn herêmê.
Rêya diçe ber deriyê sînor bi sedema ewlekariyê hate girtin.
ANF/AGIRÎ