Gerîlayên HPG'ê û YJA-Starê li Bazîdê 25'ê Nîsanê çalakiyeke sabotajê kir. Di çalakiyê de stasyoneke bazê û 3 konteynir hatin îmhakirin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand û got, "Di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de ku li Eyaleta Serhedê de, hêzên me 25'ê Nîsanê saet di 20:30'î de li navçeya Agiriyê Bazîdê, li nêzî gundê Tirkmena li dijî stasyoneke bazê çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de stasyona bazê û 3 konteynirê li berê, hatin îmhakirin." BEHDÎNAN