Altinbaş ragihand ku ku cenazeyên 18 gerîlayên ku di sala 1996’ê de li gundê Oransê jiyana xwe ji dest dabûn, li bajaroka Çilkanî bi awayeke komî hatine veşartin. Atlinbaş diyar kir ku gora din a komî li bejahiya Avbêrxan a gundê Mîrmendê ye û ragihand ku 3 gerîlayên ku li vir ketin kemîna cerdevanan di gorek komî de hatine veşartin.
Altinbaş diyar kir ku ev kemîn ji aliyê sercerdevanê bi navê Mehmet Alî Çelebî yê ku xwe weke milîs nîşan da ve hatiye organîzekirin û got, “Mehmet Alî Çelebî gerîlayan dibe bejahiya Avarbêrxan û li wir dixe kemîn. Piştre jî wana li wir vedişêrin.”
‘Divê dewlet arşîvan veke’ Nunerê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Hasan Ceylan jî diyar kir ku piştî vekirina gora komî ya li Matkîyê jimara kesên serlêdan kirine bi awayeke lez zêde bûne û ji kesên ku derbarê gorên komî de xwedî agahî ne, xwest ku wana agahdar bikin.
Ceylan diyar kir ku dewlet û rayagiştî bi awayek baş li ser gorên komê yên li Matkîyê ranewestiyaye û van daxuyaniyan da ANF’ê; “Serokwezîr li Saray-Bosnayê gotarên mirovahiyê dide, lê li welatê wî tu tevir li kû bixî cesedên mirovan derdikevin, hikûmet di vî warî de heta niha tu pêngavek neavêtiye. Her çendî gelek saziyên weke Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê û Saziya Mafê Mirovan a Serowezaretê hene jî, me tu vîna dewletê li Matkiyê nedît. Vî karî hemû dane dozgeriya hema dibêjin çi derdikeve bila derbikeve. Heta vînek xurt li pişt vê yekê tune be, civak jî nikare wêrek bibe. Tenê saziyên sivîl vê yekê girtine ser xwe. Ev kar bi ya wijdana operatorên kepçeyan tê meşandin. Lê ev hemû hatine tomarkirin, divê dewletê arşîvên xwe vebike.”
ANF/BEDLÎS