
Şahidên bûyerê diyar kirin ku dema koma PKK'ê di sala 1999'an de vedigeriyan dervê sînor ji aliyê cendirmeyan û tîmên tevgera taybet ve ketin kemînê û jiyana xwe ji dest dan. Şahidan piştî çavdêriyên xwe ji ÎHD'ê re anîn ziman cihê gorê hate tespîtkirin.
Şahidan serî li nûnerê ÎHD'a Bedlîse Hasan Ceylan dan û diyar kir kir ku 17 endamên PKK'ê di sala 1999'an de dema vedigeriyan derve sînor di kemînê de jiyana xwe ji dest dan. Şahidan, da zanîn ku koma PKK'ê ya ji 17 kesan pêk dihat, di çemê Bedlîsê de li gundê Lêrdê di kemînê de jiyana xwe ji dest dan û piştî mehekê cenazeyê wan li holê ma û şûnde bi komî bi kepçeyê hatin definkirin. Şahid, anî ziman ku li kontara çiya û tenişta Çemê Bêdlîsê li bin darerê hatin rêzkirin û bi kepçeyê hatin definkirin. Ceylan, anî ziman ku ji bo gora komî bê vedan serî li rayedaran dane û karê fermî dane destpêkirin.
SALİH SERTKAL - DÎHA/BEDLÎS