HERÊM QADIR / ROJNEWS / HELEBCE

Li bajarê Helebce zêdetirî 9 projeyan hatine rawestandin. Çêkirina rêya du xet a di navbera Helebce û Silêmanî de, ev 6 sal in temam nebûye. Welatî ji vê rewşê nerazî ne û xemsariya hikûmeta herêmê rexne dikin. Çend projeyên hatine amadekirin ev in; Gihandina xizmetguzariyê ji bo 361 xaniyên malbatên şehîdan, rêya kerta 5 a endazyaran, temamkirina taxa Zemeqî û çêkirina hezar xaniyên ji bo kesûkarên şehîdan, çêkirina xetên ava qirêj û kanalîzasyonan, çêkirina piran, çêkirina rêya li ser Çemê Karêz, qîrkirin û betonkirina rêya gundê Ebabeylê, xizmetguzariya taxa Seraw û çêkirina baxçeyekî li taxa Zemqî.

Me bi xwe rêyên xwe çêkirin

Osman Ezîz ku xelkê taxa Fermanberan a Helebce ye, dibêje, “Ev şeş sal in ku ez li vê taxê dijîm, tişta ji bo me hatî kirin, tenê anîna elektrîk û avê ye. Li vê taxê xizmet ji bo rêyan û xetên ava qirêj nehatiye kirin, û me bi xwe qûm rijandiye ser vê rêyê û ew çêkiriye. Em dixwazin di warê çêkirina xetên ava qirêj û çêkirina rêyan de xizmetek ji bo welatiyan were kirin.”

Rêyê ji bo welatiyan çêkin

Ajokerê bi navê Umer Kakeyî jî daxwaz ji hikûmetê kir ku guh bide xwestekên welatiyan û bên vê rêyê ji bo welatiyan çêkin. Heger kesek karekî wî yê bi lez hebe, li şûna ku biçe di nav Seyîdsadiq re bi nîv saetê bigihe cihê xwe wê di vê rêyê re di deh deqan de bigihe cihê xwe.“

Proje hemû nîvco ne

Şaredara Parêzgeha Helebce, Kuwêstan Ekrem jî got; “Li parêzgeha Helebce 9 projeyên stratejîk karê wan rawestaye. Ev proje hemû yên di warê xizmeta ji bo welatiyan in. Biryar e ku ev proje bi 389 milyon dolaran werin temamkirin. Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê soza wê yekê ji me re daye ku piştî kabîneya nû ya hikûmetê hat avakirin, ew ê ji bo temamkirina van projeyan pere were veqetandin. Lê heta niha ti gav nehatiye avêtin.”