Gundê Girkê 25 kîlometre dikeve başûrê bajarê Kobanê. Li rojavayê gund gundê Qirt, bakurê wê gundê Omrik û li rojhilatê wê jî gundê Saq heye.

Gund navê xwe ji girê di nava gund de digire. Navê gund ê bi Kurdî “Girk” di dema desthilatdariya Osmaniyan de wekî “Oca Girk” hatiye guhertin.
Derbarê dîroka gund de zêde agahî nehatine bidestxistin, lê li gorî agahiyên ku rûspiyên gund dane, xwecihbûnî li dora vî girê di nava gund de destpê kiriye. Ruspiyên gund dibêjin ku ev gir cihekî dîrokî ye û şopên gelek serdeman tê de hene.
Tê gotin ku di dema Osmaniyan de gelek peyker û berhemên dîrokî ji gir hatine derxistin. Lê heta niha tu lêkolînên pisporî nehatine meşandin. Piştî ku gund ketiye bin desthilatdariya rejîma Baasê, li gund lêkolînên dîrokî hatine qedexekirin.  
Şêniyên gund diyar dikin ku bi sedan salane welatî li derdora vî girî bi cih bûne û ji wê demê ve hejmara nişteciyan gihîştiye 1500 kesî. Gundê ku niha 400 xanî lê hene, ji eşîrên wekî “Kêtikî, Şêxî, Eledînî, Meefî, Ox, Elî Riz, Asî û Pîşî” pêk tê.
Li gundê Girkê beriya niha tenê di aliyê olî de perwerdehî hebû, lê di demên dawî de dibistanek li gund hatiye vekirin û heta asta navîn perwerde lê tê dayîn. Hemû mamosteyên dibistanê jî ji xelkên gund in. Piştî qedandina asta navîn xwendekar ji bo berdewamkirina xwendina xwe diçin bajarê Kobanê. Pileya xwendevanan niha di gund ji sedî 40’e.
Gund ji bilî aliyê xwe yê dîrokî di warê çandiniyê de jî dewlemend e. Niştecihên gund, debara xwe bi çandiniyê, bi taybetî bi çandina genim û pembo dikin. 

KOBANÊ