Yek ji van avahiyên ku zerake mezin dît dêra li gundê Varagavank ya bi navê Varak Surp Haç a li kontarê çiyayê Eregê hatiye avakirin e. Dêra ku ji heft dêran pêk tê û bi awayekî komî hatiye avakirin, wekî akademî û warê perwerdehiyê ye. Dêra Varak Surp Haç wekî St Sophia jî tê zanîn. Dêra ku 1200 sal berê hate avakirin hêj zindî û li ser piyan e. Dêra Varak Surp di salên 1003-1021'an de hate nukurin û Wekî Dêra Dayika Meryem hate binav kirin. Dêra ku sal bi sal beş û avahiyên nû lê hatin zêdekirin, xwedî dîrok û çandek kûr e. Li vê dêrê bi hezaran xirîstiyan perwerde dîtin û îbadet kirin. Piştî erdhejên li Wanê pêk hatin piraniya vê dêrê hilweşiya û li benda restorasyonê ye.

'Heta niha tu gav nehatiye avêtin'

Dêra Varka Surp Haç ku di erdhejê de zerarek mezin dît, gelek tabletên wê yên dîrokî û cihê rûniştin û îbadetê di bin kavilan de ma. Dîwarên li ser piyan mane jî bi hilweşînê re rû bi rû ne. Li gel ku meh di ser erdhejê re derbas bûn, heta niha Midûrê Çand û Turizmê ji bo restorekirin û parastina dêrê tu gav neavêtiye. Midûrê turîzmê piştî çû dêr ziyaret kir, deriyê dêrê girt û notirvanek danî ber dêrê. Piştî erdhejê notirvanê bi navê Mehmet Çoban ku bi mehan e notirvaniyê dike anî ziman ku ji bo avahiya dêrê ji nûve bê restorekirin serî li Walîtiyê û Midûriyeta Çand û Turîzmê da, lê hemû serlêdan û hewldanen wî bê encam man.
Li ser serlêdana notirvanê dêrê Endamê Meclîsa Giştî ya Bajar Alî Kalçik, li ser dêrê lêkolîn kir û wêne û dîmenên dêrê kişand. Kalçik li gel Meclîsa Giştî ya Bajar raporek amade kir û ji rayedaran re şand. Lê heta niha tu gav nehatiye avêtin. Piştî meclîsê rapor amade kir û ji rayedaran reşand, BDP û AKP’ê komîsyona ji 5 kesan pêk tê ava kir. Rapora ku hate amadekirin ji meclîsa Bajar a Wanê re hate pêşkêşkirin û ev rapor hate qebûlkirin. Serokê komîsyonê û Endamê Meclîsa Giştî yê BDP'î Kutbettin Haciyusufogullari anî ziman ku dêrê ji ber erdhejê zerarek mezin dîtiye û divê bê restorekirin. Haciyusufogullari anî ziman ku wan ji hemû rayedaran re nivîs şandiye û xwestine butçe bê veqetandin. û wiah got: "Me xwest Muzeya Wanê ya Fatih Arap û Dêr bê restorekirin. Em dê heta dawî li ser wê rawestin û biparêzin.

DÎHA/WAN