ŞÎLAN MIHEMED/SELWA ABDULREMAN / ANHA MINBIC

15‘ê Tebaxa 2016‘an bajarê Minbicê ji aliyê  Meclisa Leşkerî ya Minbicê û QSD ve hat rizgarkirin. Bi rizgarkirina Minbicê re bi hezaran koçberên ji herêmên ku şer lê hene, berê xwe dan Minbicê. Koçberên xwe li Minbicê girtine ji Cerablus, hin deverên Şehbayê, Xendûra, Bab, Tadif, Soran Ebû Cebar, Raî, Qebasîn, Ezaz, Seco, Îxtirîn, Mari, Til Rifet, Fafîn, Til Eran û Til Hasil û hin deverên dîtir in.Hejmara malbatên li Minbicê niha 7 hezar û 423 hezar e. Hin ji wan li bajarê Minbicê ne û hinek d jî li navçeya Ebû Qelqel, Bendava Tişrîn, Erîma û gundên derdora wê diminin.

Ji bo bicihanîna pêwîstiyên koçberan 7‘ê Cotmeha 2018‘an komîteyek hat avakirin.Ji rêveberên komîteyê Ebdulhenan Hisên li ser vegera koçberan li warê xwe ev tişt got: “Ji ber rewşa li herêmên wan ên di bin dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê de ne ewle ye û Minbic jî niha herêma herî ewle ye. Li ser vê yekê koçber berê xwe didin vir.”

Ebdulhenan Hisên anî ziman ku li herêmên ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin, revandin, talankirin, kuştin û revandina jinan û destdirêjî têne kirin, lewre koçber niha nikarin biçin cihê xwe.