Piştî şerê dijwar ên şervanên QSD’ê du gundên stratejîk ên mîna deriyê ketina Tebqa tên binav kirin ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin. Di pevçûnên du rojan dewam kirin de çeteyan wendahiyên mezin dan. 

Nûçegîhanên ANHA’yê ku hemeleya Xezeba Firatê kêlî bi kêlî dişopînin diyar kirin ku şervanên Xezeba Firatê gundên Sefsafeh Bakur û Sefsafeh Başûr ên dikevin 6 kîlometreyan rojhilatê Bajarê Tebqa piştî şerê ku 38 saetan dewam kir ji çeteyan rizgar kirin. Di şerê ku doh li van gundan rû dan şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê maşîneyek  leşkerî ya çeteyên DAIŞ’ê ruxandin. Pêr di saetên nîvro de di navbera gundê Sefsafeh û bajarê Teqba jî şer bi dijwarî rû da. Şer heta vê sibê dom kir. Di encamê de yek serçete zêdeyî 50 çeteyan hatin kuştin. Termê 14 çeteyan ket destê şervanan. Hate zanîn di şerê 36 saetên dawî de du şervanên QSD’ê bi lehengî şer kirin û şehîd ketin.

10 hewldanên xwekujî têk birin

Çeteyên DAIŞ di şerê duh ve didome de bi êrîşên xwekujan de pêkanî. Ji 10’an zêdetir çeteyên xwekuj dema dixwestin êrîşî çeperên şervanên QSD’ê bikin hatin kuştin. Çeteyên DAIŞ bi maşinên bombebarkirî xwestin êrîşî çeperên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bikin. Ji wan du maşinên bi modela BMB berî bigihêjên çeperan hatin rûxandin. Du maşinên bombebarkirî hatin desteser kirin. Yek maşinek doçka li ser, yek maşîne hawana 120 mm li ser dinav de 8 maşinên zirhî hatin rûxandin.

Di şerê heta niha de didome de hejmarek zêde cebilxane çeteyên DAIŞ dinav de Keleşnîkof û BKC dinavde hate desteser kirin.

Bi rizgarkirina gundên Sefsafeh herdû baskên opersyona rizgarkirina opersyona li vê herêmê gihiştin hev û bi vê yekê êdî bajarê Teqba bi temamî ketiye çember şervanan. Şervanan piştî rizgarkirina gund demil dest dest bi xebatên paqijkirina gundan kirin, xebatên paqijkirina herdû gundan hîn jî didome.

Sivîlan qetil dikin

Çeteyên DAIŞ li gundê Menzil yê 20 km dikeve bakurê Reqqa 7 sivîlên ku nexwestin bibin mertalê zîndî, qetil kirin.  Şahida komkujiya DAIŞʹê ku ne xwest navê xwe  eşkere bike got: “ DAIŞ fîşekan li me reşandin. Li cem min 7 kes kuştin.  Sivîlên din jî li cihê xwe bi cih kirin. Me jî bi zorê xwe xelas kir.”ʺ 


 REQA