Çalakiya welatiyên Başûrê Kurdistanê li Qendîlê ya li dijî dagirkeriya Tirk bûne mertalên zindî, dewam dike. Ciwanên ji Başûrê Kurdistanê, diyar dikin ku çalakiyên wan wê bê navber bidomin.
Komek ciwan û welatiyên ji çend navendên Başûrê Kurdistanê ji bo li Qendîlê bibin mertalên zindî, dest bi meşê kiribûn. Meşvan pêr gihîştin Qendilê û li wir dest bi çalakiya mertalên zindî kir. Ciwanên ku bûne mertalên zindî, banga yekîtiyê dikin û dibêjin, divê her ciwan li ber faşîzma Tirkan rabe.
Bila ciwan tevlî çalakiya me bibin
Yek ji çalakvanên ciwan, Baran Bermiyanî ku ji Kerkûkê ye, dibêje wî ji ber dagirkeriya dewleta Tirk berê xwe daye Qendîlê û wiha dipeyive: “Em vê dagirkeriya ku bi salan e li ser xaka Kurdistanê dewam dike, şermezar dikin. Weke komên mertalên zindî, em ê bi rengekî dorveger li Qendîlê çalakiya xwe bidomînin. Bang li tevahiya ciwanên Başûrê Kurdistanê dikim, ku ji bo careke din komkujî û şer li Kurdistanê rûnedin, bi ruhê Efrîn û Şengalê beşdarî komên mertalên zindî bibin û axa xwe biparêzin.”
PKK ji bo tevahiya gelê Kurdistanê têdikoşe
Ciwanekî din ê bi navê Huseyîn Kerkûkî jî îşaret bi êrişên eskerî dike û dibêje, esas, mesele ne ew e û wiha diaxive: “Pirsgirêk ne tenê êrişên eskerî yên li ser axa Başûrê Kurdistanê ne. Dewletên cuda îro bi rê û rêbazên cûr bi cûr hewl didin Kurdistanê dagir bikin. Ji hemû ciwanan re dibêjim; ji ti hêzên derve netirsin, ji ber ku em xwedî artêşa parastina gel in. Heta ku ev hêz hebe, wê gel parastî be. Ji ber ku yekane armanca vê hêzê, parastina gelan e. Li Başûrê Kurdistanê hin kes hene ku PKK’ê tenê weke tevgereke ji bo parastina gelê Bakurê Kurdistanê dibînin. Ev nihêrîn gelekî şaş e. PKK ji bo tevahiya gelê Kurdistanê têdikoşe. Em dikarin bibêjin, PKK ji bo yekbûna tevahiya gelên cihanê hewl dide. Lewma divê ciwan jî ji bo vê hêzê piştgiriyê bikin û axa Kurdistanê biparêzin.”
Heger pêwîstî pê hebe heta bi hetayê
Ciwanê bi navê Hoşeng jî ku di nava karê çand û huner de cih digire, li ser armanca çalakiya xwe dibêje, “Weke xebatkarên çandê, em îro li Qendîlê di nava Koma Mertalên Zindî de cih digirin. Ne tenê rojek yan jî du rojan, heger pêwîstî pê hebe, em ê heta bi hetayê welatê xwe biparêzin. Bang li hemû ciwanan dikim, bêyî ku cudabûnê di nava partiyan de deynin, tenê li welatê xwe bifikirin û bê rawestan tevlî çalakiyan bibin.”
ANF/QENDÎL