Di daxuyaniya ku pankarta "Ji tecrîdê re na ji girtiyan re azadî" hate vekirin de li ser navê komê Hasan Aykan daxuyanî xwend. Aykan da zanîn ku nêzî salekî ye ji Ocalan agahî nayê girtin û destnîşan kir ku dewlet dixwaze tecrîdê rewa nîşan bide. Aykan wiha got: "Bİrêz Abdullah Ocalan rêberê gelê Kurd e û di çareseriya pirsgirêka Kurd de yekane muxatab e. Nêzîkatiya li hemberî Birêz Ocalan nêzîkatiya li hemberî gelê Kurd nîşan dide. Ji ber vê yekê tecrîda ku tê meşandin naye qebûl kirin. Em qedexekirina mitînga 14'ê Tîrmehê şermezar dikin."
Aykan da zanîn ku nêzî 2 mehan e wekî TÛAD-DER'ê bang li hukumetê dikin, lê heta niha tu bersiv nehatiye dayîn û wiha pê de çû: "Berpirsyarê gengeşiya ku li Tirkiyeyê ji ber operasyonên qirkirina siyasî pêk tên hukumet e. Bila bê zanîn ku ev polîtîkayên tê meşandin gelek caran hatiye ceribandin û tu encam nedaye. Girtiyên nexweşên bi zanebûn dişînin mirinê."
AMED