QSD: Li Baxozê 164 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Şer bi şid dewam dike, çete di cihekî teng de hatine dorpêçkirin. Em teqez dikin ku heta ku ew têk diçin, wê şer dewam bike.

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê bîlançoya şer û çalakiyên eskerî yên pêngava dawî a li dijî DAIŞ`ê ya li gundê Baxozê yê rojhilatê Hecînê, eşkere kir. QSD’ê di daxuyaniyê de ev agahî dan: “Piştî derxistina sivîlan ji Baxozê, pêngava dawî ya têkbirina wan dest pê kir. Şer bi şid di navbera şervanên me û çeteyan de li gelek aliyan dewam dike, çete di cihekî teng de hatine dorpêçkirin. Em teqez dikin ku heta ku ew têk diçin, wê şer dewam bike.

35 nuqteyên nû azad kirin

Detayên daxuyaniya QSD´ê wiha ne: “Şervanên me li hin baskan dest bi êrişeke dijwar kir. Çeteyan hewl da êrişî cihên hêzên me bikin, piştî ku şervanên me 9 nuqte tesbît kirin. Gelek çete hatin kuştin, lê hejmara wan bi temamî nehate diyarkirin. Her wiha şervanekî me bi parçeyên hewanê birîndar bû.

Li aliyekî din jî, şerekî dijwar di navbera şervanên me û çeteyan de çêbû, di şer de 35 nuqteyên nû hatin desteserkirin, di wan şeran de hejmarek çete hatin kuştin û birîndar bûn. Çeteyan hemû cureyên çekan bi kar anîn, her wiha mayineke ku çeteyan danîbû, teqiya. Di encamê de 6 şervanên me birîndar bûn. Li aliyekî din jî, şeva çûyî tevgereke zêde ya çeteyan hebû, li wir şerekî dijwar qewimî, 8 xwekujên çeteyan beriya ku bigihîjin nuqteyên şervanên me xwe teqandin û 3 erebeyên bombebarkirî ji dûr de hatin teqandin.

33 çete hatin kuştin

Îro (doh) di seatên sibehê de şerekî giran di navbera şervanên me û çeteyan de pêk hat. Şervanên me hemû êrişên çeteyan şikandin. Di wir de 6 kuştiyên çeteyan hatin tesbîtkirin, şervanên me di gelek kolanên bajarok de bi pêş ve çûn.

Li baskekî din, şervanên me komeke çeteyan ku di nava tevgerê de bûn, kir hedefa xwe, di wir de 33 çete hatin kuştin û birîndar bûn, balafirên hevpeymanê gelek cihên çeteyan bombebaran kirin.

Li aliyekî din jî, şervanên me gelekî bi pêş ketin, dikaribûn 6 nuqteyan tesbît bikin, di wir de jî gelek çete hatin kuştin û xwe radest kirin, şervanên me 6 çete jî li wî cihî kirin hedefa xwe û ew kuştin. Çeteyan di derengiya şevê de hewl da êrişî cihên hêzên me bikin, lê şervanan bersiva wan da û şerekî giran qewimî. Şervanên me erebeyeke ku çete tê de bûn, kir hedefa xwe, erebe teqiya û 3 çete hatin kuştin û 3 çeteyên din dema ku dixwestin cenazeyan rakin, hatin kuştin.

164 çete hatin kuştin

Bîlançoya şer ya 24 seatên dawî wiha ye;

Hejmara kuştiyên çeteyan: 164 çete, gelek cenazeyên wan ketin destê şervanan.

Her wiha 11 rêyên eskerî hatin qutkirin, 21 cihên eskerî hatin rûxandin,13 erebeyên bombebarkirî hatin teqandin, 2 xendek hatin rûxandin, 5 cihên çeka doçka hatin rûxandin.

Wekî din 10 erebeyên eskerî hatin rûxandin, 4 baregehên cebilxaneyan hatin rûxandin.

  • Çek û cebilxaneyên ku şervanan desteser kirine: 15 çekên kalaşnîkov, yek qaîdeya avêtina topavêjan û 2 laptop.
  • Hejmara derbên balafirên koalîsyonê: 65 derbên hewayî.
  • 4 şervanên me şehîd bûn û 38 şervanên me jî birîndar bûn.
   

 NAVENDANÛÇEYAN