
Li dijî şîrketa Fransayê Eutelsatê, ku li ser daxwaza dewleta Tirk weşanên Med Nûçe û Newroz TV sekinandin, Kurdistaniyan ji roja Duşemê ve kon vedabû. Çalakiyên li ber navenda Eutelsatê ya li Parîsê û şaxên wê yên li Roma, London û Kolnê jî doh qediyan.
Di çalakiya konvedanê ya Kolnê de, Kurdistaniyan da xuyakirin, ku ji bo veşartina komkujiyan kanalên Kurdan tên girtin û bêdengiya welatên Ewrûpayê ya li pêşberî vê rewşê hat şermezar kirin.
Çalakiya li vê derê ji aliyê Tevgera Jinên Kurd li Ewrûpayê (TJK-E), Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) ve hat organîzekirin û meclîsên gel û saziyên herêmî 6 rojan bi dorveger çalakî meşandin.
Di roja dawî ya çalakiyê deNCDK-Dûîsbûrg) û TJK-E amade bûn. Hevserokê NCDK-Dûîsbûrgê Mûnzûr Aslan axivî û diyar kir ku ji bo nîşan bidin ku biryara Eutelsatê şaş e, wan dosyayek amade kiriye û ji navenda Eutelsatê ya li Parîsê re şandiye.
Aslan da xuyakirin ku desteka ji polîtîkayên faşîst ên dewleta Tirk re tên dayîn, destê hêzên qirkirinê xurt dike û xwest, li dijî vê yekê çalakî bên lidarxistin.
‘Ji bo Eutelsatê cihê şermê ye’
Jina bi navê Heves Sevgat li cihê çalakiyê got, di dema qedexeyan de komkujî zêde bûne û wiha peyivî, “Çapemeniya me qedexe dikin, zimanê me asîmîle dikin. Jixwe Erdogan û DAIŞ yek in. Herî dawî xwîna gelê me yê li Rojava rijandin. Kurd bêxwedî nînin. Ev ê ji wan re nemîne û aqûbeta Erdogan jî wê mîna ya Seddam be.”
Sevgat komkujiyên li Kobanê, Amed, Sûr, Cizîr û gelek bajarên din ên Kurdan bibîrx ist û bang li dewletên cîhanê yên dibêjin ew bi rêzdarî nêzî mafên mirovan dibin, kir. Sevgat da zanîn, ew ê li dijî bêdengkirina medya Kurd bisekinin û tawîzê ji azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nedin.
KOLN