Ciwan Heco têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek parve kir û bang li hunermendên cihanê kir.

Wî got, “Hevalên hêja, ez îro ne tenê weke hunermend û muzîkvanekî, di heman demê de weke mirovekî xwe digihînim we. Îro gelê min ê Kurd li bakurê Sûriyeyê ji hêla dewleta Tirk û cîhadîstên El Qaîdeyê ve tê qirkirin û bi paqijiyeke etnîkî re rû bi rû ye. Ev şer ne tercîha me bû. Di pêvajoya ‘xîlafetê’ ya DAIŞ’ê de bi dehhezaran mirovên me canê xwe feda kirin. Di dema şerê navxweyî yê Sûriyeyê de me herêma xwe ya bakurê Sûriyeyê misoger kir. Me ji bo Xiristiyan, Êzidî, Misilman, Kurd, Suryan û Ereban herêmeke biewle ava kir. Ev bihevrebûna me ya bihizûr, di 9’ê Cotmehê de li ser dagirkeriya dewleta Tirk û cîhadîstên wê yên bi pereyan şer dikin, bi hovane bi dawî bû. Ji wê rojê ve bi sedan sivîlên bêguneh hatin kuştin û zêdetirî 300 hezar kesî koçber bûn.

Bang li Dylan, Sting, Fayrouz û gelekan kir

Dewleta Tirk hema hema nîvsedsalek e ku li ser gelê min qirkirinê dike. Îro jî hewl dide li welatê me paqijiya etnîkî bike. Bi vê êrişa xwe re DAIŞ jinûve zindî kir. Gelê min li dijî vê rêxistina terorê bi lehengî şer kir û ew têk bir. Hevalên hêja, ricaya min ji we heye ku hûn li hemberî vê wehşeta dewleta Tirk, dengê xwe derxînin. Em dikarin bi hev re jiyana milyonan insanan rizgar bikin. Destûrê nedin vê qirkirinê! #SaveRojava”

Çend hunermend û komên ku Ciwan Haco bang li wan kir jî ev in:

Eric Clapton, Roger Waters, Metallica, Ozzy Osbourne, Korn, Sting, Mick Jagger, Slash, Led Zeppelin, Iron Maiden, Dave Mustaine, Fayrouz, Santana Carlos, Red Hot Chili Peppers, Rihanna, Robert De Niro, Bruno Mars, Pink, Katy Perry, Neil Young, Scorpions, Stevie Wonder, Nick Cave, Radiohead, Bob Dylan, Marilyn Manson.

   

NAVENDA NÛÇEYAN