Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, li ber Şaredariya Colemêrgê ya qeyûm ew dagir kiriye, doh daxuyanî da. Temellî, bal kişand ser astengiyên li ber şaredariyê û got: “Pir hindik ma, li ber xwe bidin, em ê bi hev re vê tabloyê biguherînin.”
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Sezaî Temellî û şandeya pê re, li Colemêrgê çûn serdana gel û dikandaran. Di ketina bajêr de bi sedan kesî Tmellî pêşwazî kir. Piştî kombûna li avahiya partiyê, Temellî û şandeya pê re çû serdana dikandaran.
Em gelek in, netirsin
Di dema serdanê de dikandarekê ji Temellî re got, ‘Gel bi tenê nehêlin. Pêwîstî bi xebateke çawan hebe, wê bikin.” Welatiyekî din jî ji Temellî xwest ku bêtirs bixebitin û got, “Em gelek in. Em 27 milyon kes in. Em ji kesekî natirsin.” Gelek dikandarên din jî xwestin ku Temellî tim bê bajêr û wan bi tenê nehêle.
Şaredarî hatine dagirkirin
Temellî, li ber Şaredariya Colemêrgê daxuyaniyeke kurt da û got, “Hûn dorpêça polîsan a li ber şaredariyê dibînin. Di şaredariyan de vê yekê ji bo gel rewa dibînin. Niha gel nikare bikeve van şaredariyan. Ji ber ku li ber derî erkdarên ewlekariyê yên çekdar hene. Şaredarî hatine dagirkirin. Tişta em dixwazin bibêjin, jixwe ev tablo ye. Va ye, wêneyê wê li ber çavê me zindî ye. Hindik ma, li ber xwe bidin. Heya 5 mehên din, em ê bi hev re vê tabloyê biguherîn in.”
Temellî û şandeya pê re, paşê dema nûçeya me dihat amadekirin, derbasî Geverê bû.
MA / COLEMÊRG