
EREM KANSOY/ REQA
Li Rojava înternasyonalîst di bereyên pêş ên şer de ne. Gelek ji wan bi Berxwendena Kobanê berê xwe didin Şoreşa Rojava û Têkoşêna Azadiyê ya gelê Kurd. Berxwedana destanwarî li dijî hovîtiya DAIŞ´ê deng veda, riyakariya dewletan li nav rûyên wan xist û xwe gihand bi milyonan mirovî. Piştî 134 rojan di dawiyê de ya ku bi ser ket bû mirovahî û Kobanê.
Bi berxwedana Kobabê re bi sedan mirovên ji welatên rojava, ji bo ku li aliyê mirovahiyê şerê DAIŞ´ê bikin ref bi ref çûn Rojava. Piştî Kobanê Til Hemis, Til Beraq, Şedadê, Eyn Îsa, Girê Spî, Tişrîn, Minbic, Tebqa… YPG´ê şer kir, nûnerê xirabiyan DAIŞ´ê jî her çû pûç û pîs bû, Ewrûpayê jî nexwest xwedî li fatoraya riyakariya xwe derkeve. Lê belê mirovên bedew ya ku hêjayî rûmeta gelên wan e kir.
Ingilistan sîlehan difiroşe xwedanê DAIŞ’ê Erdogan, lê Ingilîz tevî Kurdan li Rojava mil bi mil ve li dijî DAIŞ´ê şer dikin.
Emerîka siyaseta hevsengiyê û nehiştina dilan bi rê ve dibe, lê ciwanên Emerîkî bê dudilî tevlî nav refên YPG´ê dibin.
Desthilatdariya dewleta Elman ji bo bazirganiyê, para xwe ya li bazarê, silametiya markayên xwe her şeqaman dixwe ji Tirkiyeyê, heta sembolên YPG´ê qedexe dike, lê çalakgerên Elman, ji bo dawî anîna li desthilatdariya tarîtiyê di nava YPG´ê de cihê xwe digirin.
Swîsre ji bo rehetiya xwe xera neke, daxuyaniyekê jî nade, Swîsre, belê ciwanên wê di sengerên pêş de şerê DAIŞ´ê dikin li Rojava.
Spanya weke ku tevahiya dinayayê ne xema wê be tevdigere, lê ciwanên Spanî, pêşengiyê dikin ji tabûrên înternasyonalîst ên li Rojava.
Rûyê wan li ken bû
Li bereya Reqayê Ingilîz, Emerîkî, Elman, Spanî û Swisreyî di heman senegeran de ne. Ez çûm serdana wan, rûyê wan li ken bû, berê tivingên wan li DAIŞ´ê bû.
Egîdê 23 salî ji Inigilistanê ye, Aryayê 24 salî ji Spanyayê ye, Robîn ê 31 salî ji Elmanyayê ye û Çiyager ê 39 salî ji Swîsreyî ye. Wan a dilê xwe li sengerên pêş li me vekir.
Çima Rojava?
Egîd: Ev sê meh in ku ez tevlî nav refên YPG’ê bûme. Ya ku esas min motîve dike, şerê li dijî DAIŞ´ê û destekkirina Şoreşa Rojava ye. Ez girîngiyê bi ked û hewla ji bo neteweya demokratîk didim. Ez dixwazim para min jî di Şoreşa Rojava de hebe ku dikare bibe modeleke alternatîf.
Arya: Ji bo ku dixwazim bibim parçeyek ji şoreşa demokratîk a civakî, ez li vir im. Ev yek şerê li dijî DAIŞ´ê jî ferz dike. DAIŞ nabe ku li dinayayê be, divê li dîrokê bê nivîsandin ku ew ne ayîdê vê dinyayê ye.
Robîn: Ya rastî min dixwest li dijî DAIŞ´ê şer bikim, lê piştî ku min Kurd nas kirin, ez ji vê bihurîm. Ji bo hevparbûna têkoşîna gelê Kurd û destkekirina Kurdan, hebûna DAIŞ´ê jî ne pêwîst e. Heta ku Kurd li welatê xwe karibin aştiyane bijîn, ez ê wekî şervanekî li cem wan bim.
Çiyager: Şerê li dijî DAIŞ´ê. Erê ev niha yekane armanca min e, ez dixwazim wê tine bikim.
Reqa çi îfade dike?
Egîd: Ew paytexta DAIŞ´ê ya sembolîk e, niha bar kiribin Dêrezorê jî, Reqa paytexta wan e. Dema ku QSD Reqayê rizgar bike, ev ê têkçûna DAIŞ´ê nîşanî dinyayê bide.
Arya: QSD li vir ne ku tebê Reqa û deverên din rizgar dike, di heman demê de xerca civaka demokratîk jî amade dike. Piştî Reqayê, dema ku bi xebatên siyasî û civakî biratiya gelan hat, ev ê manedar bibe.
Robîn: Navenda komkujiyên DAIŞ´ê li Ewrûpayê, Reqa bû. Azadkirina Reqayê wê dawiyê li vê yekê bîne. Ji bo min ev der gelekî girîng e. Serê mêr li vir e, û hindik ma em vî seriyî biperçiqînin.
Çiyager: Ev tevgereke şoreşê ye, di şoreşê de her têkoşîn manedar e, lê Reqa manedartir e. Ev der tam ew cih e ku şoreşek stûnên xwe yên mayînde lê deyne. Çawa Robîn jî got, em li vê derê derba mirinê li vî marî dixin ku li serê dinyayê bûye bela. Xewna serketineke bi vî rengî jî xweş e.
Peyamên wan ji bo Ewrûpiyan?
Egîd: Ji bo Rojava çi ji destê we tê bikin.
Arya: Ev têkoşîn civakî ye, mirovên li diyasporayê dibe ku fizîkî ne li ser van erdan bin, lê belê gelek tişt hene ku dikarin li Ewrûpayê bikin. Bila çi ji destê wan tê bikin. Di warê siyasî, aborî û moral de gelên li Ewrûpayê divê destekê bidin Rojava.
Robîn: Sîteyeke min a medyaya civakî heye, û ji wir timî peyam ji min re tên. Mirov ji ber ku ne li Rojava ne, xemgîniya xwe îfade dikin. Heger hûn nikarin bên, pê qayîl nebin ku hûn tenê temaşe bikin. Pêşniyaza min e, li Ewrûpayê çi ji destê we tê bikin.
Çiyager: Têkoşîna xwe dewam bikin; em li vir û hûn li wir. Li dijî faşîzmê li her meydanê em şer bikin û demokrasiya azadîxwaz a xwe disipêre wekheviyê wê bi ser keve.