Welatiya Elman Ozan Canê ji aliyê dewleta Tirk  ve dîl hatiye girtin, û tê gotin, rêveberiya Berlînê ji bo berdana wê gelek caran bi rayedarên Tirk re hevdîtin kiriye, lê bi ser neketiye.

Ozan Canê ya mala wê li Kolnê ye, ji bo di hilbijartina 24’ê Hezîranê de piştgiriyê bide HDP’ê çûbû Tirkiyeyê. Dema ku tevlî mîtînga HDP’ê ya Edîrneyê bû 23’ê Hezîrana 2018’an hate binçavkirin û ji ber ku di fîlmê têkoşîna YPG/YPJ a dijî DAÎŞ’ê de lîst hate sûcdarkirin.

Ket rojeva Meclîsa Federal

Li Ozan Canê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn. Keça wê Dîlan Ors ji bo serdana dayika xwe bike meha Gulanê çûbû Tirkiyeyê, lê hate binçavkirin û piştre hate berdan. Piştre der barê wê de biryara “qedexeya derketina derveyî welat” hate dayin. Bi hewldana Parlamentera Partiya Çep Gokay Akbûlût rewşa hunermenda Kurd û keça wê kete rojeva Meclîsa Federal.

Şêwirmenda Wezareta Karê Derve Michelle Muntefering bi navê hikumeta Merkel bersiv da pirsa parlamentera partiya çep a der barê berdana Ozan Canê û vegera keça wê li Elmanyayê. Li gorî bersiva Muntefering, konsolosxaneya Elman a li Stenbolê heta niha 7 caran Ozan Canê li girtîgehê ziyaret kiriye.

Dewleta Tirk daxwaza me red kir

Di bersivê de hate gotin, “Ji bo berdana welatiya Elman hikumeta federal gelek caran di hevdîtinên siyasî de mijar ji muxatebên xwe yên Tirk re ragihandiye. Hikumeta federal ji ber sedemên însanî xwest welatiya wê bê berdan. Lê belê aliyê Tirk diyar kir ku dadgeriya wan serbixwe ye û daxwaza me red kir.”

Ji bo keça Ozan Canê Dîlan Ors jî şêwirmend diyar kir, hewldanên wan bi rayedarên Tirk didomin ku qedexeya derketina derveyî welat bê rakirin.

 

ANF/ BERLÎN