Li paytexta Elmanyayê Berlînê di serî de şideta li ser Kurdan, şiddeta li muxalif û jinên li Îranê tê kirin bi meşekê hate protestokirin.
Bi pêşengtiya saziyên jinan ên li Berlînê, meş li Hermanplatzê destpê kir.
Di çalakiyê de li ser navê Meclîsa Kurdistaniyên Azad a Berlîn, Meclîsa Jinan a DEST-DAN, Jinên Kurd ên Rojhilat, nûnerên Tevgera Jinên Şoreşger ên Tirkiyeyî, Jinên Elman, nûnerên saziyên antîfaşîst û gelên Îranê axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de 25´ê Mijdarê û êrîşên li Rojava, Şengal, Rojhilat û dinyayê li dijî jinan tên kirin hate şermezarkirin û Sakîne Cansiz, Hevrîn Xelef û şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn.
Li Hambûrgê gel xwedî li tevgera gel a Îranê derket
Li Hambûrgê li ber Konsolosxaneya Îranê bi armanca destekdana tevgera gel a Îranê çalakiyek hate kirin.
Li Hambûrgê gelên Îranî bi dirûşmeyan komkujiyên li Îranê şermezar kirin. Hate gotin li Îranê bi destpêkirina çalakiyan re têkiliya gel ji cihanê hatiye qutkirin, ji ber êrîşên rejîma Îranê bi sedan sivîl hatine kuştin bi hezaran kes jî hatine girtin.