Li dijî ‘dîktatoriya serokatiyê’ ku faşîzma AKP û MHP’ê hewl didin bikin mijara referandûmê, li paytexta Elmanya Berlînê û li bajarê Maxevîlle yê Fransayê civîn hatin lidarxistin.

Di civîna Berlîn de Parlamentera HDP’ê ya Wanê Tûba Hezer, di civîna Maxevîlle de hevberdevkên HDK-Fransa qala sedemên bikaranîna dengê ‘NA’ kirin.

Parlamentera HDP’ê ya Wanê Tûba Hezer li paytexta Elmanya Berlînê, rewşa dawî ya siyasî li lokala NAV-DEM’ê di civîna gel de nirxand û got, “Pêkhateyên HDP’ê û gelê Kurd baş dizanin, bê çima di referandûmê de bêjin Na. ‘Na’ ya HDP’ê û ‘Na’ ya CHP û hêzên din gelekî ji hev cuda ne.” Ji nûnerên Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) Nûpel Mûnzûr jî, ku moderatorî ji civînê re kir, da zanîn, ku rewşa îro ya gelê Kurd nabe ku ji komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cuda bê nirxandin.

HDK-Fransa: ‘NA’ wê bi ser bikeve

Li bajarê Maxevîlle yê herêma Lorraîne ya Fransayê, ku navê xwe yê nû Grand Est e, hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan li a Fransayê (HDK-Fransa) Zeynep Bîrsel Ocak û Îbrahîm Seydo Aydogan bi mijara ‘Pêşniyarên Çareseriyê yên HDK’ê, Rewşa Awarte û Referandûm’ civîneke gel lidar xistin. Gelek mirovên ji bajarên Nancy, Mezt û derdorê tevlî civînê bûn. 

Hevberdevka HDK-Fransayê  Ocak ku axifî got: „Eger ‘Na’ zêdetir be, ev encam wê bibe bidawîbûna projeya dîktatoriya faşîst a Îslamî ya AKP’ê. Divê her kes bi vê zanibe; ‘Na’ wê bi ser bikeve û em li dijî vê dîtatoriya li ser me tê ferzkirin bi hemû hêza xwe têdikoşin.”

Hevberdevkê HDK-Fransa Îbrahîm Seydo Aydogan jî bi mînakan qala felsefeya ‘Neteweya Demokratîk’ a HDK’ê kir û destnîşan kir, ku ev feraseta nû projeya herî şênber û rasteqîn e ku ji aliyê bindestan ve hatiye pêşniyarkirin. Aydogan got, “Felsefeya neteweya demokratîk, ku ji aliyê Tevgera Kurd û tevgerên demokrat şoreşger ên Tirkiyeyê ve hatiye destnîşankirin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên civaka li welêt û herêmê, pêşniyara herî aqilane ye.”


NAVENDA NÛÇEYAN