Sînemagerên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên ku li 67. Berlînalê ne, zexta rejîma AKP’ê ya li ser muxalîfan şermezar kirin. Sînameger di beşa bazara fîlm a festîvalê de hatin cem hev, dowîz hilgirtin û banga hevgirtina navneteweyî kirin. Sînamegeran li dijî Rewşa Awarte ya Tirkiyê û binpêkirina mafan banga hevgirtinê û aştiyê kirin, zexta li ser aliyên demokratîk, girtina wekîlan, ji kar avêtina akademîsyenan şermezar kirin. Sînamgeran xwestin ku derdorên sînameyê ya navnetewî jî helwesta xwe diyar bike. Di çalakiyê de ku bi dehan sînameger lê amade bûn, bi Ingilîzî, Elmanî, Tirkî û Kurdî ‘’Sînameya Azad’’, ‘’ji bo aştiyê sîname’’ vekirin.  Li vir metneke bi Ingilîzî, Tirkî û Kurdî hate xwendin.  


ALÎ GULER / ANF / BERLÎN