Li paytexta Elmanya Berlînê 7. Festîvala Fîlmên Kurdî bi hevkariya mîtosfîlm û Înstîtuya Sprachenateiler di navbera 15 û 21´ê vê mehê de li dar dikeve. Di festîvalê de li gel minaqeşeyên li ser sînemaya Kurdî fîlmên 23 derhênerên Kurd wê bên nîşandan. 

Festîval Fîlmên Kurdî li ser malpera xwe ya înternetê ragihand ku armanca wan ne tenê ew e ku fîlmên Kurdî yên pir bi qalîte nîşanî xelkê bikin li gel vê yekê dixwazin li bajarekî kozmopolît ê mîna Berlînê fîlmçêkerên Kurd bigihînin hev. Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku dixwazin bi rêya vê festîvalê cihêrengiya civaka Kurdî nîşan bidin. 

Di festîvalê de wê li ser tarîxçe û pirsgirêkên sînemaya Kurdî minaqeşe bêne kirin. Minaqeşeya ewil bi sernivîsa “Ji Yilmaz Guney heta îro- Lêgerîna nasnameya Kurdî li ser perdeyê“ 17´ê mehê li dar dikeve. Axavêrên minaqşeyê derhêner Huseyîn Tabak û rojnamgerên Kurd Alî Guler, Eyûp Burç in.


 BERLÎN