Berlîn wê 10 rojan bi Newrozê û gelek çalakiyên çandî, hunerî û civakî bi çanda Kurdî bixeriqe. Îsal jî wê Newroza Zarokan bibe yek ji çalakiyên herî rengîn ên Rojên Çanda Kurdî.
FEHMÎ KATAR / BERLÎN
Li paytexta Elmanyayê Berlînê, saziyên Kurdan bi hev re “Rojên Çanda Kurdî” ku 10 rojan dewam dikin, organîze dikin. Pîrozbahiya Newrozê, nîşandana filman, sempozyûm, xwarinên Kurdan, muzîk û govenda Kurdan, wê naveroka çalakiyên van rojan pêk bînin. Çalakiyan pêncşema bihurî bi resepsiyona Newrozê dest pê kir. Hasilî ev çalakiya ku li Berlînîê îsal ji bo cara sêyê hat organîzekirin, îsal jî rengorengo ye.
Di nava organîzatoran de Komeleya Dêûbavên Kurd Yekmal e.V, Meclîsa Jinên Kurd Dest-Dan hene û Yekîtiya Xwendekarên Kurdistabnê (YXK), Koma Dansê ya Înternasyonal Govendekî jî destekê didin organîzekirina van rojan. Herçî mesrefên van rojan in, Birêveberiya Senatoya Berlînê ya Çand û Ewrûpa xwe daye ber. Çalakî wê di navbera 22 û 31´ê Adarê de bi rê ve biçin û heme hema her roj du çalakî hene. Çalakî jî li semtên cihê yên Berlînê tên lidarxistin.
Bi Newrozê dest pê kir
Destpêka çalakiyan bi resepsiyona Newrozê a bi beşdariya nûnerên partiyên di Meclîsa Berlînê de, nûnerên rêxistinên civaka sivîl bi rê ve çû. Newroz di roja duyê (pêr) de jî cihekî sereke digirt di nava çalakiyan de. Meşa Newrozê jî bi beşdariya bi cilûbergên Kurdî bi rê ve çû. Xelk li pey jinên erbanejen ji Marianen Platzê heta bi Südblock a li Kottbusser Torê meşiyan. Li vir agirê Newrozê hat dadan û bi beşdariya sedan kesî şahiya Newrozê heta derengî şevê dewam kir.
Çalakiyên filman
Di çarçoveya Rojên Çanda Kurdî de wê filma Şêro Hindê ya li ser dengbêjên li Rojava yên Kurd û Ereb a bi navê ‘Darên Bî Tenê’ bê nîşan dan. Film 25´ê Adarê ango îro li Filmrauschpalastê tê nîşandan. Şêro Hindê ku ji damezrênerên Komuna Filman a Rojava ye, wê piştî filmê ji bo hevpeyvîneke ligel temaşevanan amade be.
Filma din ê u tê nîşandana jî ya Schawkat Amin Korki (Şewket Emîn Korkî) a bi navê “Memory on the Stone (Bîra li ser kêlan)” e. Film behsa du zarokan dike ku dixwazin Enfalê, di serdema piştî Sedam de bikin film. Alan û Huseyn hevalên hev in. Di filmê de mirov pêkhatina civakî ya Başûrê Kurdistanê ya piştî serdema Sedam jî dibîne. Film 27´ê Adarê li hola Sînemaya Movimento ya li Kreuzbergê saet 18.00’an tê nîşandan û bêpere ye.
Filma derhêner Alba Sotorra a bi navê ‘Fermandar Arian’ jî belgefilmeke li ser fermandara YPJ´ê ya ku di şerê li dijî DAIŞ´ê de bi 5 guleyan birîndar bûye. Di ser serpêhatiya wê ve, behsa Şoreşa Rojava, civaka wê û têkoşîna azadiyê ya jinê tê kirin. Film 29´ê Adarê saet 18.00’an li Filmrauschpalastê tê nîşandan û derhêner Alba Sotorra jî wê piştî filmê ji bo sohbetekê li hola sînemayê amade be.
Çalakiyên wêjeyî
Di van rojên çandê de li Berlînê wê panel jî bên kirin li ser wêjeya Kurdî û pirtûkên li ser Kurdan. Di vê çarçoveyê de panelek wê li ser wê yekê hebe, ka piştî Sedam ji 2003´yan ve û ji dema ku dewleta Tirk ji 2016´an ve zextên xwe li dijî Kurdan zêde kirine û têkoşîna li dijî DAIŞ´ê ve têgihana xelkê li ser Kurdan çawa guheriye û vê yekê çawa tesîr li wêjeya Kurdî kiriye. Ev panel dema doh nûçeya me dihata amadekirin li Lettrêtage bi navê ‘Wêjeya Kurdî, li hundir û li derveyî welêt’ bi rê ve biçe, şair Fatma Savcı, şair ve wergêr Kawa Nemir, nivîskar û hunermend Şener Ozmen pêk dihat.
Çalakiyeke din a bi heman rengî 27´ê Adarê wê li Zanîngeha Humboldtê saet 18.00’an pêk bê. Rojnamevan û akademîsyen Kerem Schamberger û Michael Meyen’ wê pirtûka xwe ya bi navê ‘Die Kurden’ bidin nasîn û herdu nivîskarên pirtûkê wê ji bo sohbetê û pirsan jî amade bin.
Panelên li ser rewşa siyasî
Yek ji panelên Rojên Çanda Kurdî jî ‘Diyarbekir: Mîrateyeke çanda dinyayê tê gulebarankirin’ e. Komeleya KulturNetz doh dema nûçeya me dihat amadekirin, li ser hewldanên dewleta Tirk ên ji bo guhertina avahiya çandî û civakî ya Amedê gotarekê pêşkêş dikir li Diderot Kafe. Hunermend Ruken Kardaş a ku li Dibistana Muzîkê a Sûrê 10 salan perwerde bû û paşê bi xwe 5 salan ders lê dan, weke qiseker beşdarî çalakiyê bû.
Paneleke din jî 26 Adarê bi rê ve diçe bi navê ‘Azadî çi ye‘. Ev panel saet 18:00´an li Werkstatt der Kurlturen pêk tê. Di vê çalakiyê de wê filmek bê nîşandan ku tê de jinên kurd ên ji Rojava bersivê didin pirsa jinên rojavayî ya azadî çi ye. Nûnereke tevgera Azadiya Jina Kurd jî wê di paneleê de weke qiseker amade be.
Dezgeh û atolye
Atolyeyên li ser çand, xwarin û muzîka Kurdan ku beşdar dikarin bi xwe di wan de bibin xwedî ezmûn îsal jî hene.
Atolyeya yekê îro ye, saet 17:00’an li Muzeya Kreuzbergê bi beşdariya kesên berê xwe qeydkirî çêdibe.
Atolyeyeke din jî li ser govendên Kurdî ye. Atolye li komeleya Yekmalê 28´ê Adarê saet 18:00’an dest pê dike û ji Koma Dansê ya Govendekî mamoste Mustafa Ergun, wê dersên govendê bide.
Nivîskara pirtûka xwarinan a baştirîn a Elmanyayê ya sala 2009´an (Xwarinên ji rêûresmê yên Kurdan) Hulya Babat 29´ê Adarê wê saet 17:00´an dersa xwarinçêkirinê dide; beşdaran divê xwe ji berê ve qeyd kiribe.
Newroza zarokan
Di Rojên Çanda Kurdê de bernameya Newroza Zarokan yek ji bernameyên herî taybet e. Yekmal e.V. vê çalakiyê organîze dike. Çalakî wê 31´ê Adarê li ser rêya Waldemar li Çivili Parkê pêk bê. Bernameya vê Newrozê ji bo zarokan e û li gorî zarokan e. Şîara çalakiyê ya îsal jî wê “Bi hev re ji bo siberojê” be.