
Li paytexta Almanya Berlînê, kamyonekê da nav bazara Noelê. Di encama vê êrîşê de herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest da.
Êrîşê pêr êvarê saet di 20:00´an de, li bazara Noelê ya li Breitscheidplatz a li herêma Charlottenbûrgê rûda. Di êrîşê de 12 kesan jiyana xwe ji dest da, 48 kes jî birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyan.
Tê gotin, yek ji kesên mirî, ajokarê TIR’ê ye, ku tê texmînkirin welatiyê Polonyayê ye.
Derket holê, ku TIR a di êrîşê de hatî bikaranîn, wesayîta şîrketeke barkêşiyê ya li Polonyayê ye û têkiliya ajokar piştî nîvrojê bi şîrketê re qut bûye. Xwediyê şîrketê Arîel Zûrawskî dabû xuyakirin, ku ajokarê TIR’ê pismamê wî ye û ne pêkan e ku wî êrîş pêk anîbe.
Li gorî agahiyên doh di medya Alman de, kesê di dema êrîşê de TIR diajot, welatiyekî Pakîistanê bûye û ev kes ji bo lêpirsînê sewqî bajarê Karlsrûheyê hatiye kirin. Lê belê doh danê êvarê polîs da zanîn ku muhtemelen wan kesekî bi bûyerê re elaqeya wî nîne, girtiye.
Bazara Noelê betal nabe
Li Almanyayê hemû aliyên siyasî ji bilî partiya rastgir a nijadperest AfD, polîs û çapemenî bi sersarî û hestiyar tevgeriyan. Zû bi zû daxuyaniyan ne piştrastkirî nedan. Ji her kesî hat xwestin, maqûl bin. Doh serokwezêra welêt Merkel daxuyanî da, êrîş wekî kirineke “bi serê mirovan nekeve” bi nav kir û got “Em ê wê hêzê peyde bikin ku em jiyana xwe bi rengê em dixwain bijîn”. Merkel wekî din got, nîşane dikin ku em êrîşê wekî êrîşeke terorîst niha qebûl bikin. Merkel diyar kir ku bazarên Noelê li meydana êrîşê wê neyên betalkirin, êrîş kite bi kite were rohnîkirin û “heta ku qanûn destûrê didin, bi awayê herî dijwar were cezakirin.”
Piştî nîvrojê jî çavlirêbû Merkel biçe serdana cihê êrîşê, heta nûçeya me dihat amadekirin, Merkel neçûbû cihê bûyerê. Lê belê beriya wê ew bi kabîneya xwe ya ewlekariyê re rûnişt da ku li ser encamên muhtemel bişêwire.
Bangên aqlê selîm
Li aliyê din tevahiya çapemeniya Alman, tevî ku li ser bûyerê biryara qedexeya belavkirina nûçeyan nebû, bêhtir bangên aqlê selîm derxistin pêş. Peyama hevpar a rojnameyan ew bû ku “dem dema xemgîniyê ye, dem dema rabûna hêrsê ye” (Die Zeit hejmara doh), lê belê nabe ku encamên bi lêz û ne bi aqlê selîm werin dayîn û qet nabe tirs bike ku ev biryar werin dayîn. Di medyaya civakî de jî peyamên bi heman rengî derketin pêş.
Polîs kesekî şaş girt
Li aliyê din piştî êrîşê polîsê Alman kesekî ji Pakîstanê yê li Almanyayê penaber ê 23 salî kiribû binçavan. Ev kes, qederê 2 kîlometroyan dûrî cihê bûyerê hatibû girtin û li gorî qeydiyên polîs par serlî li penaberiyê daye û ji ber sûcên piçûk jî qeydiya wî li cem polîs heye. Lê doh piştî nîvrojê êdî agahiyên ji polîs hatin ew bûn ku polîs hema hema ji sedî sed piştrast e ku ev kesê girtî ti elaqeya wî bi êrîşê re nîne.
Kurdan êş parve kirin
Li Berlînê ji bo yên di êrîşa hovane de jiyana xwe ji dest da merasîma bîranînê pêk hat. Bîranîn li cihê êrîş pêk hat, li ber Dêra Rûpayî û li Bazara Noelê bîranîn pêk hatin. Ji qurbaniyên êrîşê re çîçek hatin danîn û mûm hatin pêxistin. Di deftera hate amadekerin de beşdarê bîranînê hestên xwe parve kirin.
Her wiha Berlîn NAV-DEM û Meclîsa Jinan a Destan beşdarî bîranîna bûn û êrîş şermezar kirin.
WÊNE: YEKO ARDIL
BERLÎN