Bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, bi dehan kesî, berxwedana girtiyên siyasî yên Kurd ên li Girtîgeha Urmiyê di greva birçîbûnê de ne silav kirin. Kurdistanî bi pankart û dowîzên lanetkirina Îranê li meydana Helvetiaplatzê civiyan, xwestin rejîma Îranê daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne bicih bîne. Di axaftinên li çalakiyê de hat ragihandin ku rejîma Îranê bi salane li hemberî Kurdan di nava pêkanînên li dijî mirovahiyê de ye û ji hat xwestin, ku tavilê dest ji van pêkanînên xwe berde. Li dû axaftinan, komek li ser navê çalakgeran destegulek reş danî pêşiya Konsolosxaneya Îranê û çalakî bi dawî bû.
Li Stockholmê çalakiya grevê
Bi heman armancê li paytexta Swêd Stockholmê jî çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakî li Meydana Sergel 4 rojin dewam dike.
Çalakgerên grevê, ji bo daxwazên girtiyên li Girtîgeha Urmiyê bên qebûlkirin, dest bi kampanya îmzeyan kirin. Çalakgerên greva birçîbûnê dan xuyakirin, ku piştî Hasan Rûhanî bû Serokkomarê Îranê, li gel başbûna têkiliyên navbera Îran û welatên rojavayî, cîhana derve çavên xwe li binpêkirinên mafên mirovan ên li Îranê digirin. Çalakger dixwazin, ji bo dawî li pêkanînên derveyî mirovahiyê yên li hemberî girtiyan bê anîn û daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê yên li Girtîgeha Urmiyê bên qebûlkirin zext li rejîma Îranê were kirin. Îmzeyên tên komkirin, wê radestî rayedarên hikûmeta Swêdê bên kirin. Çalakî îro bi bi xwepêşandana li ber sefaretxaneya Bilind a Îranê wê bidawî bibe.
NAVENDA NÛÇEYAN