Li Qada Tehrîr a Bexdayê û hinek bajarên din ên Iraqê bi armanca belavkirina xwepêşanderan hêzên dewletê bi gaza îsotê êriş kir. Doh jî xwepêşander daketin Qada Tehrîr a Bexdayê û hinek rê û pirên sereke demkî girtin. Li Kerbela, Zîqam û Besra jî xwepêşander daketin qadan. Li Bexdayê 2 xwepêşander hatin kuştin.

Herî dawî Rêberê Tevgera Sedir Muqtedeta Sedir bang li alîgirên xwe kirîbû ji qada xwepêşandanê vekişin û konê xwe rakin.

Xwepêşanderan jî di peyama xwe ya dawî de, eşkere kirin ku wê 31’yê Çile (Roja Înê) li seranserî Iraqê xwepêşandanên mezin pêk bînin û bi mîlyonan kes ber bi herêma Kesk bimeşin û dor lê bigirin.

Sê daxwazên sereke yên xwepêşandana hene, diyarkirina Serokwezîrekî demkî ku serbixwe be. Hilbijartina pêşwext û guhertina sîstema pêşwext.

Hêjayî gotinê ye, heya niha 600 kes di xwepêşandanan de hatine kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN