Li Bielefeldê holhola Tawisî Melek

Yekemîn festîvala çandê ya Êzîdiyên Ewrûpayê li Bielefeldê bi şîara “Ji Şengalê re Statu” çêdibe. Komîteya Amadekar dibêje, armanca wan ew e ku Êzîdiyan bicivînin û çanda wan bidin nasîn.
Festîvala Çanda Êzîdî îsal ji bo cara yekê wê 1´ê Hezîranê yanî şemiya bê li Bielefeldê çêbe. Şîara wê jî wê bibe “Ji Şengalê re Statu”. Di çarçoveya festîvalê de pêşangeh û danasînên li ser çanda Êzîd hebin û gelek hunermend jî wê derkevin ser dika festîvalê. Komîteya Amadekar hemû sazî û dezgehên Êzîdiyan vexwendina festîvalê, tevî nûnerên partiyên siyasî û saziyên Elman. Hozan Şemdîn, Hozan Xemdar & Hariman, Şair Hacî Qîranî, Dexîl Osman, Narînxan, Koroya NÇÊ, Tîtalê Feyzo, Hamid Bahoz beşdarî festîvalê dibin û wê govendên gelêrî jî bên nîşandan.
Festîval wê bibe rêûresmek
Navenda Yekîtiya Komelên Êzîdiyan (NAV-YEK) a ku li Ewrûpa birêxistinkirî ye, Sîwana Meclisa Jinên Êzdî (SMJE), Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD) bi hevkarî festîvalê organîze dikin. Ji Komîteya Amadekar a Festîvalê Cahît Zerdeştî li ser yekemîna vê festîvalê got, “Ev festîval ji bo civaka Êzîdî gelekî girîng e. Heta niha bi awayên cihê, me bêhtir li holan ji bo parastina çanda xwe çalakî organîze kirin. Lê ev cara yekê ye ku festîvalek tê organîzekirin. Armanca me ew e ku em vê bikin adet, bikin reûresmek û her sal li dar bixin.”
Êzîdiyên li Ewrûpayê wê bên cem hev
Pirraniya Êzîdiyên li Ewrûpayê li Elmanyayê bin jî, li welatên din jî hene. Zerdeştî dibêje, bi vê festîvalê ew dixwazin van Êzîdiyan bînin cem hev û wan bi xwarin, cilûberg, govend û ola wan bidin nasîn.
Zerdeştî îşaret bi serketina grevên birçîbûnê jî dike û dibêje, “Em bi vî moralî festîvala xwe li dar dixin. Em bang li civaka Kurd, tevahiya Kurdistaniyan û dostan vedixwînin da ku bên festîvalê, piştgiriyê bikin.”
Festîvala ku şemiya bê (1´ê Hezîranê) li bajarê Elmanyayê Bielefeldê li dar dikeve wê li vê navnîşana li jêr çêbe: Festplatz Gleisdreieck am Südring, Duisburger Str. 4, 33647 Bielefeld.
NAVENDA NÛÇEYAN
