Mizgefta Şêx Seîd a ku li bajarê Bielefeld ê Elmanyayê ye, kermisek çêkir. Kermis li baxçeya mizgeftê pêk hat. Serokê Mizgefta Şêx Seîd Akmet Pakir li wir peyivî got, ji bo malbatên me çêtir hev nas bikin, me tiştekî wisa amade kir. Di şahiyê de herî zêde zarokan kêfxweş bûn. Zarokan rûyê xwe dan boyaxkirin û xwe şibandin lehengên fîlmkartonan. Her wiha malbatan nanê selê çêkirin û şîvên cûr bi cûr ku ji bo wê rojê çêkiribûn, anîn wir û firotin. Tenê xwarin tunebû, hin tiştên ku bi destên xwe çêkiribûn jî li wir pêşkeş kirin.
BIELEFELD