Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di êrîşên rêveberiya awarte yên 79 rojan de hêzên dewletê di nav de zarok,ciwan, jin û extiyar jî têde gelek kes qetilkirin û bi vê re li aliyekî hin malbat qirkirin li aliyekî jî gelek zarok êtîm û sêwî hiştin. Li hemberî van êrîş û komkujiyên hêzên dewletê yên hovane bersiva gelê kurd jî berxwedaneke dastaniyî bû. Di êrîşên ku gelek sivîl têde hatin qetilkirin de, konsepta tunekirinê ya dewletê bi awayekî aşkere teşhîr bû.
Bi keda xwe xwe avakiribû
Li Cizîrê di êrîşên hêzên dewletê de ji kesên qetilkirî yek jê jî Hediye Şen a 33 salî bû. Hediye Şen a ku li Taxa Cûdiyê tevî 3 zarokên xwe û hevjînê xwe li xaniyê xwe yî du odeyî û ji brandayan çêkirî bi awayekî şanaziyî dijiya. Şen bi hevjînê xwe re bi awayekî hezkiriyî zewicî bû û li ber mala xwe yî ku li ser girekî li Cizîrê dinêrî dar û çîçek çandibûn û bi vî awayî bo xwe û malbata xwe bihuştek ava kiribû. Her wiha Şen terziya taxê bû û di ber terzîtiyê de xwe bi xwe xwendin û nivîsandinê hîn bûbû û li gel vê jinên dixwestin bi erebî hînî Qur’anê bibin jî, bo wan dibû alîkar. Şen di bawerî û jîna xwe de xwedî kesayeteke samîmî bû û ji ber vê samîmiyeta xwe, hezkiriya hemû jinên taxê bû.
Mahmût Şen qala qetilkirina hevjîna xwe ya bi amûra zirxî yî kobrayî ya li ser mala wan hatibû bi cih kirin û hevjîna wî pê hatibû qetilkirin, dike. Şen dibêje di roja îlankirina rêveberiya awarte ya duyemîn de li malê wan xwarin dixwar û piştî xwarinê hevsera wî bo destnimêjê çûye lavaboya li baxçe .Bi derketina wê yî baxçe re bi dengê çekan ew veciniqiye û li ser vê ew derketiye baxçe û dema derketiye di tarîtiyê de rastî hevsera xwe yî birîndar hatiye. Di wê demê de hêzên dewletê gule berdidan û wî hem xwe ji guleyan diparast hem jî di wê kêliyê de li ambulansê geriyaye. Şen diyar kir ku berpirsiyarê Beşa Lezgîn ê 112’an bo wî gotine hevjîna xwe bîne qada 3 kîlometre ji mala wan dûr. Li ser vê Şen da zanîn ku di bin gulebaranê de veguhestina hevjîna wî ya bo wê qadê nepêkan bû û piştî hewldanên dûr û dirêj ambûlans hatiye, lê dema ambûlans hatiye êdî hevjîna wî jiyana xwe ji dest dabû. Şen destnîşan kir ku hevjîna wî bi 11 guleyan hatiye qetilkirin û li ser vê ji neçarî mala xwe terikandine.
AHMET KANBAL /DÎHA/ŞIRNEX