Çeteyên DAIŞ ji aliyê bakûr-rojava li ser dirêjahiya Çemê El-Sacûr, ji rojavayê gundê El-Erîmê û başûrê gundê Xirbet El-Rûs hetanî Oseclî êrîşî şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kir û li vê bereya fireh şer qewimî. 

Çeteyan xwest bi vê êrîşê dorpêça şervanên Minbicê danîye ser çeteyên DAIŞ´ê ên li nava bajarê Minbicê bişkînin. Lê belê êriş şikest û li gorî agahiyên bi dest ketine heta niha 40 cenazeyên çeteyan gihiştine Cerablusê.

Nûçegîhanên Ajansa Nûçeyan Hawarê (ANHA) yên ku operasyona Minbicê dişopînin, ragihandin ku êrişa sê alî ya çeteyên DAIŞ’ê a li dijî Minbicê bi temamî hatiye şikandin.


Çete reviyan

Nûçegihanan got, çeteyên êrişkar piştî ku derbên mezin xwarin reviyan û şervanan daye ser pişta wan.

Li gorî çavkaniyên bawerî bi wan tê yên ji Cerablusê, 40 cenazeyên çeteyên DAIŞ’ê ên di şerê îro de kuştî, gihiştine bajêr.


Bi 4 maşînên bombebarkirî

Çeteyên DAIŞ’ê di vê êrişa xwe ya berfireh de li ser riya Minbic û Cerablusê bi 4 maşînên bombebarkirî êrişî şevanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kir, lê şervan bi vê yekê hisiyan û êriş pûç kirin.

Li aliyî din operasyona rizgarkirina navenda bajêr jî dewam dike. Di şerê pê bi şev de 17 çete hatin kuştin.

Operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebu Leyla di roja 34’an de didome. Li gorî agahiyan şervanên Minbicê pêr bi şev li Taxa Hezawneh  derbên giran li çeteyan xistin. Piştî şerê dijwar, şervanên Minbicê li nava taxê qerekê bi pêş ketin. Di şer de 17 çete hatin kuştin. Her wiha 22 kelaşnîkof û 700 guleyên wan, bêtêlek, 4 bombeyên destan, 4 roketên RPG hatin bidestxistin.

Balafirên Koalîsyona Navnetewî jî li hemberî nuqteyên çeteyan 4 êrîş pêk anîn. Derbarê encamên bombebaranê de agahî nehatin bidestxistin. 


Çeteyan 70 sivîl qetil kirin

Çeteyên DAIŞ’ê 70 sivîlên ku dixwestin ji nava Minbicê birevin, ji tirimpêlên wan daxistin û bi awayekî hovane qetil kirin.

Ji Minbicê, reva welatiyên sivîl a ji ber zilma çeteyan didome. Doh piştî nîvro jî gelek kes bi tirimpêlan ji Minbicê derketin û xwestin xwe bigihînin herêmên rizgarkirî. Lê çeteyan pêşiya wan girtin.

Li gorî agahiyên welatiyên ji destê çeteyan rizgar bûyî, çeteyan li ser rêya Bezar welatî rawestandin. Çeteyan piştre jî welatî ji tirimpêlan peya kirin û 70 kes qetil kirin. Li gorî agahiyên welatiyan, çeteyan ji van 70 kesan gelek kes serjê kirin, gelek jî gulebaran kirin.


 MINBIC