Li Binarê Qendîlê çinîna hêjîr û simaqê destpê kir. Şêniyên gundên Binarê Qendîlê berhemên xwe kom dikin da ku ji bo demsala zivîstanê hişk bikin. Jinên gundên Binarê Qendîlê hêjîrên ku diçinin ji bo demsala zivistanê hişk dikin û di şevên dirêj ên zivistanê de weke çerez bi kar tînin. Herwiha simaqa ku hişk jî dikin di nava xwarinê de bi kar tînin. Ji ber ku hêjîr fêkiyekî ku zû xira dibe, şêniyên gundan hişk dikin. Hêjîran bi du awayan hişk dikin. Hinek kes hêjîrên xwe bi ta ve dikin û dihilawîsîn û hinek kes jî hêjîrên xwe li ser paçekî yan jî sîniyekê li ber tavê hişk dikin. Hêjîr fêkiyeke havînê ye û salene li Başûrê Kurdistanê li gorî rewşa hawayê çêdibin. Ji meha Tîrmehê heya dawiya meha Îlonê li herêmên Başûrê Kurdistanê darên hêjîran ber digirin. Jina bi navê Fatma Elî ku ji gundê Aş Gulke ya Binarê Qendîlê ye dibêje: Dema hêjîr çêdibin em, dest bi çinîna wan dikin. Em hinekî dibin bazarê, hinekî hişk dikin û hinekî jî dikin rîçal. Ji bilî hêjîran, li gundên Binarê Qendîlê niha dema çinîna simaqê ye jî. Simaq li gel piraniya xwarina tê bikaranîn. Herwiha hinek kes weke dermanê kewandina birîna jî bi kar tînin.
QENDÎL