Piştî ku li Bakurê Kurdistanê bi biryara KHK’ê bi dehan saziyên zimanên Kurdî hatin girtin, saziyên wek KURDÎ-DER li avahiyên DBP, HDP û saziyên civakî perwerdeyên ziman didomînin.
Li navçeya Bismil a Amedê çend dildarên Kurdî pirtûkxaneya bi navê El Cezerî vekirin. Hakan Altunç yek ji wan dildarên zimanê Kurdî ye û wî jî piştgirî daye avakirina Pirtûkxaneya El-Cezerî. Altunç wiha axivî: “Ji her çar parçeyên Kurdistanê û ji bajarên Tirkiyeyê ji me re pirtûk hatin. Em niha êdî li gorî derfetên xwe karê xwe dimeşînin.”
Di pirtûkxaneya El-Cezerî de bi giştî 913 pirtûkên Kurdî hene. Rêveberên pirtûkxaneyê bang li malbatên Bismilê dikin ku li vê pirtûkxaneyê xwedî derkevin.
AMED