Di şerê ji bergiliyekî rû dayî de, gerîla Dogûkan Şenocak û Ûygar Karakaya û 2 gerîlayên ji Gimgimê yên nasnameyên wan hînê diyar nebûne, jiyana xwe ji dest dabûn.
Di merasîma bîranînê ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Bonnê de pismamê Dogûkan Kaya (navê şervan, Rêzan Kanîreş), Emîn Şenocak axivî. Şenocak li ser bûyerê agahî dan û got, "Ya ku me li ser piyan digire, berxwedan e. Ya ku me ber bi azadiyê dibe, berxwedan e. Lewma divê em berxwedana xwe mezin bikin."
Ji Komîteya Malbatên Şehîdan Dayika Rojîn paşê axivî û got, "Ez bang li wan kesên hînê xwe ji têkoşîna azadiyê vedigirin, dikim; bes li rewşê temaşe bikin, bi tevkariya xwe re barê li ser milê ciwanên me ye, hinekî sivik bikin."
BONN