Di kongreya bi beşdariya 150 kesan pêk hate de ji bo şehîdên şoreşa têkoşîn û azadiya gelê Kurd rêz hate girtin û pitre jî dîwan hate hilbijartin.
Axaftina vekirinê ji aliyê Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Mîrhem Yîgît ve hate kirin. Yîgît di axaftina xwe de bal kişand ser bûyer û pêşveçûnên li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn.
Yîgît bal kişand ku li Bakûrê Kurdistanê girtin, zext û komkujiyên li ser Kurdan zêde bûne û destnîşan kir ku li hemberî vê yekê barê dikeve li ser milê Kurdên li welatên Ewropayê dijîn zêdetir dibe.
Yîgît bi taybet bang li Kurdên kul i Swêd û Borlingeyê dijîn kir ku piştgiriyek xurt bidin grevên birçîbûnê yên ku hatine destpêkirin.
Piştî hilbijartina Meclîsê, komîsyonên di nava Meclîsê de hatin sazkirin. Ji bo komîsyonên Rêxistinî, peywendiyên derve, weşan-çapemenî, çand, têkiliyên civakî, aşitî-lihevanîn û jinan 45 kes hatin hilbijartin. Haci Şewket û Nursen Serhanoglû ji bo hevserokatiya Meclîsê hatin hilbijartin.
BORLÄNGE