
Soylu diyar kir ku polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewleta Tirk didomin û got: “Ger Tirkiye dixwaze vê pirsgirêkê bi diyalog û muzakereyê çareser bike, ewil divê Ocalan û girtiyên azadiyê berde.Bila bê zanîn ku birêz Ocalan ji bo me xeta sor e.”
Soylu der barê standa îmzeyan de jî axivî û diyar kir ku di kampanyaya îmzeyan a ji aliyê esnafên Kurd ve hat meşandin de 4 hezar îmze hatin berhevkirin. Di kampanyaya ku ciwanên Başurê Kurdistanê eleqeyeke mezin nîşan da de Mîran Mahmut axivî û got: “ Bom in Kurdistan yek parçeye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan serokê hemû gelê Kurdisanê ye. Ez hemû Kurdên başûr vexwendiyê vê xebatê dikim. Azadiya ocalan, azadiya Rojhilata Navîn e. Li Kurdistanê şer û berxwedaneke mezin pêk tê.”
ANF/BRIGHTON