Li Bruksel û Atînayê biryara DYE’yê ya li dijî rêveberên PKK û KCK´ê hate protestokirin.
Li paytexta Belçîkayê Brukselê li pêşiya Konsolosxaneya Dewletên Yekbûyê yên Emerîkayê (DYE) biryara DYE’yê ya li dijî rêveberên PKK’ê û KCK´ê hate protestokirin.
Çalakgeran wêneyên rêveberên PKK’ê hilgirt û bi pankarta li ser nivîsandî “Dijminê Lîderên Kurd Hevkarê Jenosîda bi destê dewleta Tirk û DAIŞ´ê” nerazîbûna xwe îfade kir. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku Erdogan dîktator e, Trump jî hevkarê wî ye.
Li paytexta Yewnanistanê Atînayê jî beriya bi 4 rojan bi pêşengiya ciwanan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya nobetê dest pê kiribû. Çalakî doh bi dawî bû. Çalakî li pêşiya Parlamena Yewnanistanê hate lidarxistin û li ser navê Navenda Çanda Kurdistanê axaftin hate kirin. Di axaftinê de hate diyarkirin ku divê tecrîda li Îmraliyê were bidawîkirin.
Di çalakiyê de biryara DYE’yê ya li dijî rêveberên PKK’ê hate şermezarkirin. Li ser navê çalakgeran, heyetekê dosyeyek pêşkêşî Parlamena Yewnanistanê kir.
BRIKSEL/ATÎNA