
Li Bruksel a Belçîkayê Kurdistanî û dostên gelê Kurd di çalakiya navendî ya şermezarkirina faşîzma AKP’ê pêk hat. Çalakî ji aliyê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), Kongreya Demokratîk a Gelan li Ewropayê (HDK-A) û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ve tê organîzekirin. Bi hezaran Kurdistaniyên danê sibehê li ber Gare du Nord li hev civiyan, dest bi meşê kirin.
Xwepêşandêr wêneyên Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û parlamenterên girtî yên HDP’ê hildan û dirûşmên li dijî AKP û Erdogan qîriyan. Piştî meşê wê li Meydana Shûmanê, ku avahiya Konseya Ewropayê lê ye, mîtîngek hate lidarxistin. Nûnerên saziyên Kurd û Tirkiyeyî tevlî çalakiyê bûn.
Li gelek bajaran çalakî
BERLÎN: Çalakiyên ji bo şermezarkirina êrîşên li dijî HDP’ê li Berlînê dewam dikin. Bi vê armancê, li Checkpoîntê ku gumruka navbera her du Berlînan de nîşan dide û di heman demê de muzeyek ji berhemên ji dema dîwarê Berlînê mane ye, çalakî hate lidarxistin. Li ser banga NAV-DEM’ê, Kurdistanî saet di 17:00 de li ber deriyê Checkpoînt Charlîe li hev civiyan. Nûnerên Partîzan, ADK, ATÎK jî tevlî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana HDP’ê”, “Merkel fînanse dike, Erdogan bombeyan dibarîne”, “Bijî piştgiriya enternasyonal”, “Bes bi Erdogan re hevkariyeke qirêj bikin”, “Kurdistan wê li faşîzmê bibe goristan”, “Bijî Serok Apo” û “HDP gel e gel li vir e” hatin qîrîn.
HAMELN: Li bajarê Hameln ê li Eyaleta Nîedersachsen a Elmanyayê, êrîşên AKP/Qesrê yên li dijî HDP’ê bi rengekî girseyî hatin şermezarkirin. Meşa ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Hamelnê ve hat organîzekirin, li pêşiya şaredariyê dest pê kir. Kurdistaniyan dosyayek li ser operasyonên qirkirina siyasî radestî Şaredarê Hamelnê Claûdîo Grîese hat kirin. Li dû meşê, çalakî bi mîtîngekê qediya.
MARSÎLYA: Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi hezaran kes ji bo şermezarkirina faşîzma AKP’ê bi meşaleyan meşiyan.
Çalakî li meydana Canebîere dest pê kir û heta meydana Vîeûx-Portê berdewam kir. Di meşê de daxwaza berdana wekîlên HDP’ê, hevşaredar û girtiyên siyasî hat kirin.
BORDEAÛX: Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê li dijî faşîzma AKP’ê bi hezaran kes meşek meşaleyî li dar xistin. Girseyê ku bi dirûşm, sirûd û meşaleyan meşiya, xwest ku wekîlên HDP’î, hevşaredar û girtiyên siyasî bêne berdan.
NANTES: Li bajarê Nantes ê Fransayê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Engîn Sîncer û Komaleya Jinê ya Zîn meşek hat lidarxistin. Meşa a ku ji Place du Commerce dest pê kir heta pêşiya Şaredariya Nantesê dewam kir. Di çalakiyê de ku li ber şaredariyê bi çalakiya rûniştinê berdewam kir, heyetek ji çalakgeran bi rayedarên şaredariyê re civiyan.
STOCKHOLM: Bi armanca şermezarkirina darbeya AKP/Qesrê û destekkirina parlamenterên HDP’ê, komek ji Kurdistaniyên li paytexta Swêd Stockholmê dijîn, pêr êvarê li gara trenê ya navendî xwepêşandanek lidar xistin. Çalakgeran pankartên bi nivîsa “Erdogan rawestînin, bimire faşîzm” û “Dest nede nûnerên me yên hilbijartî”, wêneyên parlamenterên HDP’yî yên hatine girtin û alên HDP’ê hildan.
PALERMO: Şaredariya bajarê Palermo ya Îtalyayê, li dijî operasyonên qirkirina siyasî yên rejîma AKP/Qesrê li dijî HDP’ê dimeşîne, çalakiyeke protestoyî lidar xist. Rayedaran al bi şaneşîna avahiya şaredariyê ve kirin û pankarta bi nivîsa “Azadî ji Serok Apo û wekîlên HDP’yî re, aştî ji Kurdistanê re. Palermo piştgiriyê dide gelê Kurd” vekirin.
LÎVORNO: Li bajarê Lîvorno yê Îtalyayê jî, konseya şaredariyê ji bo destekê bide HDP’ê daxuyaniyek da. Di daxuyaniya hevpar a konseya şaredariyê de hat gotin, “Tayînkirina qeyûman, girtina hevşaredaran û zextên li Kurdan tên kirin, êrîşa antî demokratîk e.”
NAVENDA NÛÇEYAN