Li paytexta Belçîka Brukselê pêr êvarê bi resepsiyonekê Pêncemîn Hefteya Çandê ya Kurdistanê dest pê kir. Doh jî bi meşa ber bi Place du Musee ve dewam kir.
Resepsiyon li navenda çandê ya Ten Noeyê ya Şaredariya Saînt-Josseyê li dar ket. Ji partiya NVA ku şirîkê hikumeta koalîsyonê ya Belçîkayê ye parlamenter Cîeltje van Achter jî tevlî resepsiyonê bû.
Jîn im, hebûn im, tevger im…
Li ser deriyê cihê resepsiyonê rista şairê Kurd Cegerxwîn “Jîn im, hebûn im, tevger im” bi Kurdî, Fransî û Flamanî hate nivîsandin.
Parlamenterê berê yê HDP’ê yê Wanê Kemal Aktaş di destpêka resepsiyonê de peyivî û işaret bi girîngiya çand û hunerê ji bo gelan kir.
Aktaş bi bîr xist ku Kurd yek ji gelên herî qedîm ên Rojhilata Navîn e û got, “Çanda xwe di nava demeke dûr û dirêj de afirandin û timî bûn hedefa zext û înkarê.”
Perwerdeya bi zimanê dayikê
Parlamentera Brukselê Cîeltje van Achter jî got ku pêwîstiya wan bi çalakiyên bi vî rengî heye û wiha peyivî: “Ji bo me Flamanan jî çanda me gelekî girîng e. Gelekî girîng e ku mirov li welatê xwe bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibîne.”
Em destek didin Kurdan
Parlamentera Brukselê îşaret bi pirsgirêka Kurd jî kir û got:”Heta ku ev pirsgirêk neyê çareserkirin, heta ku demokrasî pêk neyê û gelên cuda li Tirkiyeyê nebin xwedî mafên xwe yên bingehîn, cihê Tirkiyeyê li nava Yekîtiya Ewrûpayê nîne. Em bê şert û merc destekê didin Kurdan ku ji bo jiyaneke bi rûmet û mafên xwe yên li welatê xwe têdikoşin.”
Bil cilên bûk û zava li nav bajêr geriyan
Doh jî bi meşa heta meydana Place du Musee (Meydana Muzeyê) çalakiyên Hefteya Çandê dewam kir. Li wir wekî her sal li navenda bajêr jin û mêrekî Kurd bi cilên bûk û zava li gel dengê dahol û zirneyê li ser hespê geriyan. Piştî girse gihîşt meydanê hunermend Eleanore Foûrnîaû û Ferqîn derketin ser dikê û kilamên xwe gotin. n BRUKSEL