Di pîrozbahiya Newrozê ya li paytexta Romanya Bukreşê de bi qasî hezar kes amade bûn. Şevê bi deqeyeke rêzgirtinê li ber sirûda Ey Reqîp destpê kir û dûre Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr axivî. Di pîrozbahiyê de Denîz Deman û Xelîl Xemgîn jî derketin ser dikê.
Newroz li bajarê Almanya Rheine jî hat pîrozkirin. Pîrozbahî li salona Şaredariya Rheine pêk hat. Nûnerê Civaka Azad Tahîr Koçer di axaftina xwe de, der heqê xebatên ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê de agahî da. Pîrozbahiyê heta saetên dereng dewam kir.
Li bajarê Bringhton ê Îngîltere nêzî 200 kes tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn. Di pîrozbahiya ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Sussex ve hat organîzekirin, li ser navê Navenda Civaka Kurd a Sussex Hevseroka Komîteya Rêveber Esmeray Alagoz axivî. Piştî axaftinên vekirinê, koma muzîkê ya Bênav a ji aliyê Kurdistaniyan ve hatiye avakirin, Sezgîn Coşkûn û Îbocan derketin dikê.
Di pîrozbahiya ku Kurdistaniyên Başûrê Kurdistanê bi muzîkên herêmî û lîstikan coş tevlî pîrozbahiyê kirin, pîrozbahî bi govend û dirûşman bi dawî bû.
Newroz li bajarê Soçî yê Rûsyayê hat pîrozkirin. Pîrozbahî li otela Magnoliya bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir.
Di pîrozbahiyê de, peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Newrozê ji aliyê Ferhat Patiyev ve hat xwendin. Di pîrozbahiyê de hunermend Hemîd Dîana, Berfîn Mamedova, Roj Azad û Sînan Ozbaye, li gel Koma Govendê ya bi navê “Kulîlkên Kurdistanê” derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN